Koçberan banga bidawîkirina dagirkeriyê û garantiya vegerê kir

Jinên ji Efrîn û Şehbayê yên ku bi darê zorê ji warê xwe hatine koçberkirin, xwest dagirkeriya li herêma wan bi dawî bibe û ji bo vegera wan a ewle û birûmet garantî werin dayîn.

Koçberan banga bidawîkirina dagirkeriyê û garantiya vegerê kir
5 kanûn, 2025   02:35
REQA
DÎMA MIHEMED

Jinên ji Efrîn û Şehbayê yên ku ji ber dagirkeriyê ji warên xwe hatine koçberkirin, kêliyên pêşîn ên koçberiyê û jiyana wan a salekê ya li wargehan vegotin. Jinan daxwaza bidawîkirina dagirkeriyê û dabînkirina garantiya vegere ewle kir.

Zeyneb El Abdullah, 1’ê Kanûna 2024’an wekî roja herî dijwar di jiyana wê û jiyana bi hezaran malbatên ku cara duyemîn ji Efrîn û Şehbayê hatine koçberkirin de bi nav kir. Zeyenbê got: "Em bi aramî rûniştî bûn, ji nişka ve ji me re gotin derkevin. Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker em ji malên xwe derketin bêyî ku tiştekî bi xwe re bibin."

Zeynebê anî ziman ku di kêliya revê de gelek zarok winda bûn. Zeynebê diyar kir ku Sûriye welatê tevahî gelên wê bi hemû netewe û rengên wê ye û ev li gotinên xwe zêde kir: "Em ji Şehbayê hatin Reqayê. Destpêkê em çend rojan li konan û stadyumê de bi cih bûn, piştre em anîn dibistanan."

Zeyenb El Abdullah bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku garantiyên rasteqîn ên ji bo vegera wan a ewle ya li malên wan dabîn bikin.

Erîfe Hebeş a ji Efrînê destnîşan kir ku ew 6 salan li Şehbayê ma û di 1’ê Kanûna 2024’an de careke din hat koçberkirin. Erîfeyê 1’ê Kanûna 2024’an wek roja ya herî dijwar pênase kir û got: "Ji salekê ve em di aliyê manewî de êşê dikişînin. Em jî gelê Sûriyeyê ne. Çima em hatin koçberkirin? Çima mal û erdên me tên desteserkirin? Ma me çi guneh kiriye ku ji malên xwe bêne koçberkirin. Sûriye  ya tevahî Sûriyeyan bi hemû neteweyên wê ye."

Erîfeyê îşaret pê kir ku li Efrîn û Şehbayê binpêkirin ranewestiyane û wiha domand: "Rojane bûyerên kuştin, revandin û êriş têne kirin. Ne mimkun e ku bi nebûna garantiyên parastinê em vegerin. Em dixwazin bi rûmeta xwe vegerin. Em bang li Neteweyên Yekbûyî û tevahî cîhanê dikin ku bûyerên li herêmê me rû didin bibînin."

Mêrvet Hemade jî 1’ê Kanûnê wek bîrîna duyemîn a şêniyên Efrînê wesifand û bi bîr xist ku di wê rojê de ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şênî neçar man ji herêmên Şehbayê derkevin. Mêrvetê got: "Salek e em li van wargehan in ku me ne ji sermayê û ne jî ji germahiya havînê naparêze. Her roj êşeke nû ye.”

Mêvet Hemade banga naskirina mafên bingehên ên şêniyan, di serî de mafê rewa yê vegera ewle ya li warê xwe kir û destnîşan kir ku ji vî mafê nayên xwarê.

(bb)

ANHA