Rojnamevan: Zimanê hikumeta veguhêz gefê li aramiyê dixwe

Rojnamevanan têkildarî provakasyonên hikumeta veguhêz hişyarî da û diyar kir ku zimanê wê dabeşbûnê kûrtir dike û dibe sedema gefa li dijî qonaxa demkî ya Sûriyeyê.

Rojnamevan: Zimanê hikumeta veguhêz gefê li aramiyê dixwe
5 kanûn, 2025   04:05
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

Li herêmên hundirê Sûriyeyê û peravê nerazîbûna gel li hemberî kêmasiyên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di qonaxa demkî de, zêde dibe. Çavdêran diyar kir ku zimanê çapemeniyê yê hikumeta veguhêz êdî li şûna pêşkêşkirina çareseriyan, bihaneyan ji şaşiyan re dibîne.

Der barê vê de, rojnamevan û analîzvan Ebdulhelîm Silêman û rojnamevan û edîtora rojnameya Ronahî Bêrîvan Xelîl ji ajansa me re axivîn.

Silêman diyar kir ku zimanê hikumeta veguhêz ne li gorî erkên wê yên qonaxa demkî ye û got: "Divê zimanê wê li gorî qonaxê be û hemû pêkhateyan bihewîne. Lê belê îro zimanê hikumeta veguhêz yekalî ye. Li şûna ku çareseriyan pêşkêş bike, ew bihaneyan ji şaşiyên xwe re datîne. Ev jî li dijî qonaxa demkî ya Sûriyeyê ye ku divê tê de hemû pêkhate beşdar bin."

Der barê qada çapemeniyê de, Silêman destnîşan kir ku hin berpirs hewl didin hinek zelaliyê bixin nava daxuyaniyên xwe lê piştî ku mijar dikeve rojeva çapemeniyê û provakasyon li ser tê kirin, ew hewldan têk diçin.

Silêman diyar kir ku ev rêbaza ku çapemenî dide meşandin jî dabeşbûnê di nav gelê Sûriyeyê de kûrtir dike û encamên wê li gelek deveran wekî Hums, perav û Siwêdayê diyar bûn û got: "Di zimanê çapemeniyê de heqaret li pêkhateyên Sûriyeyê tê kirin, ev jî dihêle bertek û qebûlnekirin çêbibin. Zimanê yekalî yê ku pêkhate û kesayetan paşguh dike berteka civakê xurtir dike û ev jî di mehên dawîn de xuya bû."

Silêman diyar kir ku televîzyoneke sûriyeyî ku behsa pirsgirêk û zehmetiyên gelê Sûriyeyê bike tiştekî baş e, lê belê rêbaza pêşkêşkirinê ya herî girîng e û got: "Di demekê de ku danûstandin di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta veguhêz de hene, divê zimanê hikumetê guncaw û nerm be, ne provakasyon be."

Silêman got çapemeniya serbixwe li hemberî aşkerekirina mijarên ku çapemeniya fermî vedişêre, berpirsyar e. Rola çapemeniya bêalî di aşkerekirina sûcan de girîng e û wiha domand: "Ji bo aramkirina rewşê divê stratejiyeke guncaw ku hemû pirsgirêkan bigire dest, were diyarkirin, ne tenê çavkaniyên ji hikumetê esas bigire."

RÊBAZA ÇAPEMENIYA HIKUMETA VEGUHÊZ GEFÊ LI ARAMIYA VÊ QONAXÊ DIXWE

Bêrîvan Xelîl jî zimanê çapemeniyê yê hikumeta veguhêz rexne kir û got ew li şûna çareserkirina pirsgirêkên civakê, wan vedişêre û bihaneyan jê re derdixe.

Bêrîvan Xelîl diyar kir ku ji salekê ve gelê Sûriyeyê hêvî kiriye ku Sûriyeya demokratîk, nenavendî û pirreng ava bibe, lê belê tiştê ku tê dîtin berovajî wê ye û got: "Çapemeniya hikumetê valahî di navbera civakê û pêkhateyên wê de çêkirin."

Bêrîvan Xelîl got ji bo zimanê çapemeniyê nêrîn û plansaziyeke giştî were danîn û wiha domand: "Li gorî zimanê fermî, krîz tenê bi gotinan tên rêvebirin, ev jî sedema bêbaweriya di navbera gel û saziyan de. Hikumet di çapemeniyê de aliyên berpirs ên têkildar diyar nake, lê bi giştî û gelemperî diaxive."

Bêrîvan Xelîl got vî zimanî bandoreke nerênî li hundirê Sûriyeyê û peravê kir, welatî di rewşên zehmet û krîzan re derbas dibin lê çapemenî balê nakişîne ser wan û got: "Êdî gel ne li benda bihaneyan e, ew li benda gavên pratîkî ye. Tunebûna wan gavan jî berteka gel xurtir dike."

Bêrîvan Xelîl hişyarî da ku eger baweriya gel kêm bibe dê tevlihevî jî zêde bibe û hin alî bixwazin rewşê aloztir bikin. Bêrîvanê di berdewama axaftina xwe de got ku di çapemeniya hikumeta veguhêz de exlaqên mirovî û yên pîşeyê tune ne û got: "Ew dihêle hemû taîfeyên Sûriyeyê hevdu bikujin. Ev tişt di xwepêşandan û meşên dawîn de hat dîtin ku çawa heqaret li pêkhateyên din hat kirin."

Di dawiya axaftina xwe de Bêrîvan Xelîl got rola sereke ya çapemeniya serbixwe ye ku bikare agahiyên bi hûrbînî bide, dosyayên sereke veke û balê bikişîne ser bingehên krîzan. Her wiha bang li hikumeta veguhêz kir ku zimanê xwe zelal û fermî bike û derfetê bide çapemeniyê da ku krîz çareser bibin.

(mh)

ANHA