Ajandaya hefteyê ya çand û hunerê

Vê hefteyê dê Hunergeha Welat klîba ku li ser şehîd Ezîz Ereb çêkiriye parve bike û li bajarê Hesekê Festîvala Muzîk û Stranan a Orkêş a 3’yemîn bê lidarxistin.

Ajandaya hefteyê ya çand û hunerê
5 kanûn, 2025   06:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Bername û çalakiyên çand û hunerî di nava civaka Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de cihekî girîng digirin. 

Vê hefteyê dê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) li ser şehîd Ezîz Ereb stranekê parve bike û li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê Festîvala Muzîk û Stranan a Orkêş a 3’yemîn li dar bixe.

Festîvala Muzîk û Stranan a Orkêş a 3’yemîn, di navbera 8-12’ê Kanûnê (2025) de li Hesekê tê lidarxistin. Mihrîcan li Navenda Çand û Hunerê ya Serdem tê lidarxistin û 21 komên muzîkê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar dibin.

Hunergeha Welat roja 6’ê Kanûnê (Şemiyê), demjimêr 18.00’an dê klîba ku li ser şehîd Ezîz Ereb çêkiriye, li ser hesabê xwe yê YouTubeyê parve bike. Şehîd Nadir Şêx Hesen (Ezîz Ereb) li gundê Mereminê yê Efrînê ji dayik bûye. Sala 1986’an, di nava têkoşîna Tevgera Azadiyê de şehîd ket û bû yekem şehîdê Ereb ê Tevgera Azadiyê.

(bî)

ANHA