KNK`ê serdana partiyên siyasî kir

Şandeya KNK`ê serdana navendên PDPKS, ENKS û Yekîtî kir, mijara Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojava û banga “Aştî û Civaka Demokratîk” ji mijarên serdanan bûn. Şande partiyên navborî vexwendî kongreya xwe jî kir.

KNK`ê serdana partiyên siyasî kir
KNK`ê serdana partiyên siyasî kir
KNK`ê serdana partiyên siyasî kir
30 nîsan, 2025   14:38
QAMIŞLO

Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ku ji Hevseroka KNK`ê Zeyneb Murad û Cîgira wê Hêvî Mistefa, Endamên Desteya Rêveber a KNK`ê li Rojava Taz Paşa, Ebdîllah Mistefa û Silêman Ilyas pêk tê, îro li bajarê Qamişlo serdana partiyên siyasî kir.

Şandeyê serdana herdu şaxên Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê (P.D.P.K.S), Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) û Partiya Yekîtî ya Demokrata Kurd li Sûriyeyê (Yekîtî) kir. Şande ji aliyê sekreter û endamên desteya rêveber ên partiyan ve hatin pêşwazîkirin.

Di serdanên partiyan de Hevseroka KNK`ê Zeyneb Murad destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de pêwîstî heye ku ew mafê gelê Kurd misoger bikin û bal kişand ser Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û got: “Ev konferans hêzek da, li her deverê nakokî hene, lê divê berjewendiyên gel ser her tiştî ve bin. Ji bo pêkanîna biryar û belgeya konferansê divê israrek hebe.”

Her wiha di serdana PDPKS`ê de Sekreterê partiyê Selah Derwîş da zanîn ku ji hemû kesî tê xwestin ku bi erka pêkanîna encamên konferansê rabin û gavên piştî wê yê herî girîng in.

Selah Derwîş bal kişand ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Abdullah Ocalan û got: “Însiyatîfa Rêber Ocalan rê li ber aştiyê vedike, em bi hêvî ne ku dewleta Tirk tişta ji aliyê xwe ve pêk bîne.”

Di serdana şaxê din ê PDPKS`ê de Sekreterê partiyê Ehmed Berekat diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd gelek keda hatiye dayîn, piştî pêkanîna konferansê divê cudahiya di navbera partî û hêzên Kurdistanî de bên rakirin. Hêza Hêzên Sûriyeya Demokatîk (QSD) pir mezine dikar ji bo tevgera Kurdî jî bibe piştgir.

Serdana ENKS`ê ji çapemeniyê re girtî pêk hat.

Piştre şandeyê serdana Partiya Yekîtî ya Demokrata Kurd li Sûriyeyê (Yekîtî) kir, di serdanê de sekretê partiyê Mihyedîn Şêx Alî da zanîn ku konferans zengîn bû, di dîroka Kurdan de cara yekemîn çêbûye û got: “Hêz û rêxistinbûyîna Kurdan ji Sûriyeyê re, hêz û rêxistine.”

Şandeya KNK`ê partiyên navborî vexwendine 23`emîn kongreya xwe ya ku dê 24-25`ê Gulanê li Holandayê bê lidarxistin.

Beriya niha şandeyê serdanên saziyên Rêveberiya Xweser li kantona Cizîrê kiribû, serdanên şandeyê dê di rojên pêş de jî bidomin.

(sb/k)

ANHA