Çalakvanên li bendava Tişrînê nimêja înê kir

Çalakvanên li bendava Tişrînê di roja 52`yemîn a çalakiyê de li ser bendavê nimêja înê kir.

Çalakvanên li bendava Tişrînê nimêja înê kir
28 sibat, 2025   15:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker û parastina bendava Tişrînê, di roja 52’yemîn de çalakiyên xwe yên li bendavê didomînin.

Îro şêniyên kantona Cizîrê nobeta parastinê li bendavê berdewam kirin, çalakvanan li ser bendavê nimêja înê kir.

Ji 8’ê Çileyê ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê, çalakiya nobedariya parastinê dikin.