KNK: Jenosîda bi destê Împaratoriya Osmanî ya sala 1915’an divê bê qebûlkirin
Konseya Rêbever a KNK’ê komkujiya sala 1915’an a li dijî gelên Ermen û Asûrî-Suryanî-Kildanî careke din şermezar kir û diyar kir ku divê ji aliyê tevahiya dem û dezgehên peywendîdar ve bê qebûlkirin.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi minasebate 109 saliya komkujiya li dijî gelên Ermen, daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ji gelê Asûrî-Suryani-Kildanî zêdetir ji nîv milyonê, ji gelê Ermenî jî di ser milyonekê re mirov bi barbarî û bi rengên cuda û li cihên cuda hatin kuştin. Bi sed hezaran kes jî, ji cih û warên wan, bi Qanûna Tehcîrê hatin mişextkirin. Bi deh hezaran, piranî zarokên keç û jinên ciwan, hatin misilmankirin û bi awayekî xeyrî insanî, bi zorê hatin zewicandin. Bi hezaran warên bicihbûnê, dêr û manastir, dibistan û pirtûkxane, kargeh hatin wêrankirin. Hejmareke ne diyar mal û milk û dewlemendî hatin desteserkirin û xespkirin. Kuştin û birandina gelên Asûrî-Suryanî-Kildanî û Ermenî û wêrankirina wargeh û şopên kulturî û dîrokî yên wan mubah hate dîtin; bi bangên cîhadê û bi fermanan paksaziya etnîk û dînî hate kirin.”
Di dewamê de îşaret bi dagirkeriya Dewleta Osmanî hate kirin û hate gotin: “Piştî jenosîda ku 109 sal di ser re derbas bûye, Komara Tirkiyeyê ku mîratxura Împaratoriya Osmanî ye, heke vê qirkirinê qebûl neke, hingê dibe şirîkê vî sûcî ku ev tê manaya bi awayekî din domandina jenosîdê. Bi minasebeta 109’emîn sala jenosîdê em bang li Komara Tirkiyeyê dikin ku qirkirinê qebûl bike û pêdiviyên wê jî bîne cih.”
Di dawiyê de ev bang hate kirin: “Em wek KNK, jenosîda sala 1915’an careke dî bi xurtî şermezar dikin û daxwaz dikin ku ji aliyê tevahiya dem û dezgehên peywendîdar ve bê qebûlkirin.”