KJK: Jinên Şengalê hêviya jiyana azad li cîhanê belav kirin

Koordînasyona KJK’ê bi boneya salvegera 10’emîn a fermana 3’ê Tebaxê ya li Şengalê daxuyaniyek da û got: “Jinên Şengalê bi projeya neteweya demokratîk a Rêber APO di her aliyê jiyanê de hêviya jiyana azad li hemû cîhanê reşandin.”

KJK: Jinên Şengalê hêviya jiyana azad li cîhanê belav kirin
2 tebax 2024   08:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona KJK’ê bi boneya salvegera fermana çeteyên DAIŞ’ê ya 3’yê Tebaxa 2014’an li ser Şengalê pêk anî daxuyanî da û diyar kir ku şehîdên Şengelê weke Derwêş û Adulê yên hemdem, ne tenê Şengalê, çand û nirxên herî kevnar ên mirovahiyê yên Rojhilata Navîn jî ji komkujiyê rizgar kirin. Hêviya jiyana azad mezin kirin.

Dauyanî bi vî rengî ye:

“Em 10’emîn salvegera êrîşa hêzên paşverû yên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê, di şexsê Nûjiyan Erhan, Bêrîvan Şengalî, Arîn Şengalî, Dayê Gulê, Dayê Erzan, Cîlan, Mam Zekî, Dilşêr Herekol, Evîn Dêrik, Agîd Civyan, Nûjîn Sêrt, Hêlîn Mêrdîn, Berxwedan, Zerdeşt, Seîd Hesen, Dijwar Feqîr, Dilgeş Rojhilat û Genco Hewlêr de hemû hevrêyên xwe yên di vî şerê rûmetê de şehîd bûne bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Ew weke Derwêş û Adulê yên hemdem, ne tenê Şengalê, çand û nirxên herî kevnar ên mirovahiyê yên Rojhilata Navîn jî ji komkujiyê rizgar kirin. Hêviya jiyana azad mezin kirin. Em soza xwe ya pêkanîna Şengaleke xweser bi vîna xwe, xwe bi rê ve bibe nû dikin.

DAIŞ a ku berhema hêzên hegemonîk ên cîhanê ye, êrîşî nirxên mirovahiyê kir û xwest li ser navê jiyanê çi heye tevî qir bike. Ev hêzên ku di sala 2014’an de êrîşî Şengalê kirin, xwestin bi qirkirina gelê me yê Êzidî yên ku koka bingehîn ên Rojhilata Navîn û erdnîgariya Mezopotamyayê ne, li ser navê jiyanê çi heye tevî tine bikin.

Jinên Şengalê hêviya jiyana azad li cîhanê belav kirin

Di vê êrîşa hovane de herî zêde jinên Şengalê zirar dîtin. Bi hezaran jin û zarok li bazaran weke xenîmetên şer hatin firotin, bi hezaran hatin qetilkirin, bi hezaran koçber bûn û çarenûsa bi hezaran jî hîn ne diyar e. Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya sala 2014’an nîşan da ku her gelên xweparastin û rêxistinbûna wan tine ye, bi komkujiyan re rû bi rû ne û ev xeterî her tim li pêşiya wan e. Li ser vê rastiyê di serî de jin û gelê me yê Êzidî ji bûyer û dîroka piştî komkujiyê ders girtin û hêza xwe ya xweparastinê ava kirin û xwe birêxistin kirin. Jinan dîtin ku ferman û komkujî ne çarenûs e,  ji îdeolojiya Rêber APO hêz û cesaret girtin, rabûn ser piyan û li ber xwe dan. Bi gihandina ramanên Rêber APO û hizra hezaran salan a Êzidîtiyê dest bi rêsandina jiyana azad kirin. Jinên ku bi TAJÊ re rêxistinbûna xwe û îradeya xwe nîşan dan, bi YJŞ’ê re parastina cewherî û rêxistinbûna xwe misoger kirin. Dem hat jinan bi kevirên di destên xwe de li hemberî tankan rawestiyan, xendekên ku hatibûn kolandin bi destên xwe dagirtin û dem hat ji bo parastina xwe û Şengalê çek hilgirtin. Jinên Şengalê bi projeya neteweya demokratîk a Rêber APO di her aliyê jiyanê de hêviya jiyana azad li hemû cîhanê reşandin.

Divê xwedî li desketiyan bê derketin

Şengala Xweser bersiva herî watedar û herî mezin a li dijî ferman û komkujiyan e. Ev tê wateya têkbirina planên qirêj ên li ser Şengalê. Dewletên rojavayî, dewleta Tirk, hikûmeta Iraqê û Barzaniyan ên ji vê heqîqetê tirsiyan, komployek bi navê Peymana 9’ê Cotmehê îmze kirin û bi vê peymanê re koletî û komkujiyan li ser gelê me yê Êzidî ferz dikin. Bi vê peymanê armanc dikin ku bi rêya zagonan qirkirina Êzidiyan pêk bînin. Tiştên ku bi DAIŞ’ê re nekirin, hewl didin bi vê peyman û qanûnên sexte pêk bînin. Lê rastiyek ku wan ji bîr kiriye heye: Şengal ne Şengala berê ye. Divê gelê me li hemberî vê komploya ku tê xwestin bi rê û rêbazên cuda bimeşînin, biryardariya xwe ya jiyana azad hîn xurtir bikin û çand, ziman, bawerî û nirxên xwe biparêzin. Divê xwedî li destketiyên xwe derkeve û wan mezintir bike.

Divê di 10’emîn salvegera komkujiyê de ji hêzên ku di vê komkujiyê de cih girtine hesab bê pirsîn. Divê ev komkujî li qada navneteweyî û Rojhilata Navîn weke sûcê qirkirinê bê qebûlkirin. DAIŞ, hevkarên wê, hêzên weke dewleta Tirk û PDK’ê ji ber sûcê qirkirinê bên darizandin. Beriya her tiştî divê PDK li gel hêza xwe ya leşkerî ya ku gelê me û Şengalê radestî DAIŞ’ê kir, li dadgehan bê darizandin. Dîsa divê dewleta Tirk a faşîst hem ji bo piştgiriya xwe ya di komkujiya 2014’an a çeteyên DAIŞ’ê pêk anîn û hem jî komkujiyên piştî rizgarkirina Şengalê hesab bide û bê darizandin. Divê hemû gelê me, di serî de jin û derdorên demokratîk vê rewşê bibin dadgehê û ji bo cezakirinê dosyayên der barê komkujiyê de radestî dadgehan bikin. Dîsa hikûmeta Iraqê ya ku di dema êrîşan de li dijî DAIŞ’ê li ber xwe neda, divê rêz li gelê Şengalê bigire, xwerêveberî, vîna gelê me û îradeya Rêveberê Xweser nas bike.

Rêxistina jinan misogeriya Şengalê ye

Di 10’emîn salvegera komujiyê de em di serî de bang li ciwan û jinan û raya giştî ya demokratîk dikin ku Şengalê û destketiyên wê biparêzin, xurtir bikin ûnli dijî xiyaneta PDK’ê ya ku di xeta hevkariyê de israr dike û li Kurdistanê pêşengiya leşkerên dijmin dike, têbikoşin. Xebateke xurt a ji bo avakirina paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê tê wateya sekna li dijî komkujî û fermanan e. Tolhildana vê komkujiyê bi rêxistinbûn û parastina jinê pêkan e. Jinên ku di hemû qadên jiyanê de rêxistinbûna xwe xurt bikin wê bibin misogeriya Şengal û Êzîdxanê.”