'Tevgera Azadiya Kurd her tim bi xelkê Şengalê re ye'

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di salvegera êrişa DAÎŞ'ê ya li ser Şengalê de daxuyaniyek da û diyar kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd her tim bi xelkê Şengalê re ye.

'Tevgera Azadiya Kurd her tim bi xelkê Şengalê re ye'
2 tebax 2024   09:38
  NAVENDA NÛÇEYAN 

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi minasebeta salvegera 10'an a êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Şengalê ku 3'yê Tebaxa 2014'an pêk hatibûn, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“3’yê Tebaxa 2014’an bi destê DAÎŞ’ê li Şengalê li dijî xelkê me yê Êzidî ferman pêk hat. 10 sal li ser vê fermanê derbas bûn. Qirkirina li Şengalê yek ji qirkirinên herî hovane yên dîroka mirovahiyê ye û em hemû hêzên ku di vê qirkirinê de rol lîstine, car din bi hêrseke mezin şermezar dikin. Em kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî bi bîr tînin. Ev êşa ku xelkê Şengalê û hemû gelê Kurdistanê hîs dike, em jî ji kûrahiyê hîs dikin û dijîn. Weke Tevgera Azadiya Kurd mîna doh, em ê îro jî bi xelkê Şengalê re bin û em bi berpirsyariya dîrokî, mirovî û neteweyî-welatparêzî êşa wan parve dikin.

Mixabin, komkujiya Şengalê li pêş çavê cîhanê pêk hat. Lê belê cîhan li hemberî vê hovîtiyê bêdeng û bêhelwest maye. Çi zarok, çi jî kal bi hezaran Êzidî bi rengekî hovane ji aliyê hevalbendê rejîma AKP'ê DAÎŞ'ê ve hatin qetilkirin, destdirêjî li hezaran jinan hate kirin û li bazaran hatin firotin. Gelek jinên Êzidî ji bo nekevin vê rewşa hovane, xwe kuştin. Hîna bi hezaran jinên Êzidî winda ne, nayê zanîn ka li ku derê ne, di destê kê de ne. Xelkê me yê Êzidî komkujiya Şengalê weke Ferama 74’emîn, pênase dike. Ev komkujî weke yek ji komkujiyên herî mezin ên li dijî gelê me yê Êzidî hate kirin, derbasî dîrokê bûye. Di vê komkujiyê de armanc, bi temamî tinekirina gelê me yê Êzidî bû. Lewma qirkirinek e. Di encama mudaxileya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û berxwedêriya xelkê Şengalê de, pêşî li îmhaya topyekûn hate girtin. Eger mudaxileya gerîlayên azadiyê û piştevaniya hêzên YPG-YPJ’ê nebûya, bi sed hezaran Êzidî wê hatiban qetilkirin û gelê me yê Êzidî bi temamî hatiba tunekirin. Armanca qirkeran ev bû.

Hemû dewlet, li hemberî komkujiya Şengalê bûn temaşevan û bi vê yekê re hêza esas a ku ji komkujiyê re zemîn ava kir PDK ye, ku dema DAÎŞ’ê dest bi êrîşê kir, xelkê Şengalê bi komkujiyê re rû bi rû hişt û reviya. PDK’ê xelkê Şengalê bi komkujiyê re rû bi rû hişt, reviya û bi vî rengî ji komkujiyê re zemîn ava kir. Lewma herî kêm bi qasî DAÎŞ’ê PDK jî berpirsyar û sûcdarê komkujiya Şengalê ye. PDK divê ji ber vê sûcê giran, li pêş dîrokê bê darizandin û hesab jê were pirsîn. Heqîqet ev e, lê belê mixabin PDK mîna ku tişt nebûye bêyî ku şerm bike dixwaze car din serweriya Şengalê jê re bê hiştin û ji bo vê yekê dikeve nava karên veşartî, eşkere û qirêj. Êrişên li ser Şengalê, dorpêçkirina Şengalê ji aliyê aborî ve û qebûlnekirina daxwaza xelkê Şengalê ya ji bo xwerêvebirin û xweparastinê, ji encamên karên PDK'ê ne. PDK berê dewleta Tirk dide Şengalê û nahêle ku dewleta Iraqê daxwazên rewa û demokratîk ên xelkê Şengalê nas bike. Ji ber ku gel û welêt weke mal û milkê xwe dibîne, naxwaze xelkê Şengalê bibe xwedî îrade, xwe bi rêve bibe û biparêze, dixwaze serwerî di destê wan de be.  Lê belê her çend hewl didin, bila bidin jî hem xelkê Şengalê hem jî hemû gelê Kurdistanê êdî rastiya PDK’ê û Barzaniyan baştir dizanin. Mixabin ku dîroka PDK’ê bûye xiyanet, teslîmiyet û qirêjî. Ti carî gel, welat û azadî nebûne derdê Barzaniyan. Tekane derdê wan berjewendiyên wan ên takekesî û malbatî ne. Ji bo van derdê xwe wê hemû nirxên xwe bifiroşin. Di seranserê dîrokê de her carê gel bi qirkirinê re rû bi rû hiştine û êşên mezin nîşanî gelê me dane. Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê jî kirin heman tişt kirin, xwe neavêtin talûkeyê û gel bi qirkirinê re rû bi rû hiştin. Îro jî Barzanî di dagirkeriya Başûrê Kurdistanê de alîgirên dewleta Tirk in. Dewleta Tirk a dagirker xwe dispêre Barzaniyan û Şengal jî di nav de dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike û qirkirinê pêk bîne. Dewleta Tirk bi dagirkirina Başûrê Kurdistanê armanc dike ku qirkirina DAÎŞ’ê nekarî li Şengalê pêk bîne, bi xwe bike.

Em careke din welatiyên ku di qirkirina Şengalê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û weke Tevgera Azadiyê ya Kurd diyar dikin ku em tim li cem gelê Şengalê ne. Hemû têkoşîna xelkê Şengalê ya ji bo jiyankirin û parastina bawerî, nasname, ziman û çanda xwe rast e û têkoşîneke rewa û demokratîk e. Di serî de dewleta Iraqê û her kesên ku dibêjin em li dijî qirker û qirkirinê ne divê piştevaniya têkoşîna xelkê Şengalê ya rewa û demokratîk bikin. Em careke din diyar dikin ku divê dewleta Iraqê îrade û daxwazên xelkê Şengalê yên rewa û demokratîk li ber çavan bigire û bi vî awayî çareseriya pirsgirêkê peyda bike. Tişta rast ew e ku li ser esasê diyalog û mafên demokratîk pirsgirêkên xelkê Şengalê bê çareserkirin. Hemû kesên xwedî nêzîkatiya demokratîk û mirovahî divê piştevaniya vê yekê bikin. Barzanî û dewleta Tirk hewl didin ku pirsgirêkên li Iraqê çareser nebin û berovajî wê pevçûn û şer kûrtir bibin. Armanca êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê jî ev e. Ji ber vê yekê di serî de dewleta Iraqê, hêzên siyasî yên Iraqê, rewşenbîrên Iraqê, civaka Iraqê û her kes divê li hemberî Barzaniyên ku dibin sedema îlheq û qirkirina û planên dewleta Tirk, bisekine."