Keir Starmer serokwezîrê nû yê Brîtanyayê ye

Piştî Rishi Sunak îstifaya xwe ji serokwezîrtî û serokatiya Partiya Muhafezekaran ragihand, qiralê Brîtanyayê Charles sêyem serokê Partiya Karkeran Keir Starmer bo serokwerzîr erkdar kir.

Keir Starmer serokwezîrê nû yê Brîtanyayê ye
5 tîrmeh 2024   18:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Qiralê Brîtanyayê Charles îro di civînekê li qesra Buckingham de Keir Stramer bo serokwezîrê Brîtanyayê erkdar kir.

Starmer paşê daxuyaniya xwe ya yekem wekî serokwezîr ji Downing Street da û soza da ku hikumeta wî ya karkeran ji roja yekê ve li ser nûkirin û jinûve avakirinê bixebite.