Zarokê sûriyeyî yê nîjadperestên Tirk qetil kiriye gihaşt Dêrazorê

Nijadperestên Tirk di vê dema dawî de li Tirkiyeyê sûcên xwe zêde kirin. Her wiha 3 nijadperestên Tirk zarokekî sûriyeyî yê ji gundewarê rojhilatê Dêrazorê qetil kir.

Zarokê sûriyeyî yê nîjadperestên Tirk qetil kiriye gihaşt Dêrazorê
5 tîrmeh 2024   18:59
NAVENDA NÛÇEYAN

3 nijdaperestên Tirk li herêma Sêrik ê bajarê Antalyayê roja sêşema borî zarok Hemod Hemdan El Nayif qetil kir.Cenazeyê zarok Hemod gihaşt mala wî ya li bajarokê Dehle yê rojhilatê Dêrazorê. 

Her wiha di protestoyên li dijî dewleta Tirk a dagirker li bakurê rojavayê Sûriyeyê de 7 kes jî hatin kuştin. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku di guleavêtina xwepêşandêran û nobetdarên nuqteyên Tirkiyeyê de 6 kes li Efrînê û yek li Cerablusê hatin kuştin.

(fr)