Kedkarê çapemeniya azad Mûsa Alo koça dawî kir

Pêşkêşvanê Çira TV Mûsa Alo li Moskovayê koça dawî kir. Mûsa Alo ku di heman demê de derhêner û hunermend bû, zêdeyî 20 salan di çapemeniya azad de ked da.

Kedkarê çapemeniya azad Mûsa Alo koça dawî kir
6 mijdar, 2026   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan, derhêner û hunermend Mûsa Alo ku bi navê Şiyar Soro jî dihate naskirin duh (5 Mijdar)li paytexta Rûsya Moskovê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

Mûsa Alo ku 27'ê Tebaxa 1967'an li Efrînê ji dayik bû, di temenê ciwantiya xwe de li nava Tevgera Azadiyê li Rojava, Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê karên civakî, huner û şanoyê kir.

Mûsa Alo sala 1991'ê fîlmê bi navê "Serhildana Gel" kişand, sala 1999'an derbasî Rûsyayê bû û heta sala 2004'an li Navenda Çand û Hunerê ya Medyayê kar kir. Piştre di warê çapemeniyê de jî karê xwe dewam kir û weke rojnamevan û derhênerekî televîzyonên Kurdî, li Çira TV xebitî.

Ji sala 2009’an heta sala 2026’an li Çira TV pêşkêşvaniya Bernameya 'Çira Jiyanê' û bernameyên taybet kir.

Di çalakî, konser û pîrozbahiyên Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên Rûsyayê de jî weke pêşkêşvan her li pêş bû.

Mûsa Alo di jiyana xwe ya hunerî û rojnamevaniyê de gelek berhem û bîranîn hiştin. Bi fîlm, bername û hevpeyvînên xwe beşdarî tomarkirina dîrok, çand û jiyana civaka Kurd a li Rûsyayê bû.