Ciwanên Reqa û Tebqa daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir

Ciwanên kantonên Reqa û Tebqayê li bajarê Reqayê meşek li dar xist û banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Ciwanên Reqa û Tebqa daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir
Ciwanên Reqa û Tebqa daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir
Ciwanên Reqa û Tebqa daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir
Ciwanên Reqa û Tebqa daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir
Ciwanên Reqa û Tebqa daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir
Ciwanên Reqa û Tebqa daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir
10 nîsan, 2025   17:09
REQA

Yekitiya Jinên Ciwan a kantonên Reqa û Tebqayê, ji bo piştgiriya pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, meşeke girseyî organîze kir.

Meş ji pêşiya avahiya Meclisa Giştî ya bajarê Reqayê dest pê kir û ber bi Qada Jina Azad ve kete rê.

Li wir endama Yekitiya Jinên Ciwan Ebrar Kurdo axivî û destnîşan kir ku fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li seranserî herêmê berbelav bûne.

Ebrar Kurdo diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan tiştê ku berê ji bo jinan nehatibû dayîn, da jinan û êdî jinan şoreşa guhertin û pêşketinê bi rê ve bir. Ebrar da zanîn ku jinên Ereb xwe di tevahî aliyên rêveberî, rêxistinî, çandî, leşkerî û siyasî xwe bi rêxistin kirin.

Ebrar Kurdo bang li hemû jinan û gelên bindest kir ku tev li pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bibin û got: "Azadiya Rêbertî tê wateya azadiya me û azadiya me jî di pêkanîna azadiya wî de ye."

ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd 10`ê Cotmeha 2023’an li bajarê Strasburg ê Fransayê pêngavekeke cîhanî ya bi navê ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ hat ragihandin. Di çarçoveya vê pêngavê de bi dehan çalakî hatin lidarxistin û tên lidarxistin.

(mh/fr)

ANHA