Wezîrekî Îsraîlê: Eger Tirkiye baregehan li Sûriyeyê ava bikin, em jî ava bikin

Wezîrê Enerjiyê yê Îsraîlê got, eger Tirkiye baregehên leşkerî li Sûriyeyê ava bike, ew ê jî dê ji bo parastina ewlehiya neteweyî ya Îsraîlê baregehan li Sûriyeyê ava bikin.

Wezîrekî Îsraîlê: Eger Tirkiye baregehan li Sûriyeyê ava bikin, em jî ava bikin
28 tîrmeh, 2026   17:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Enerjiyê yê Îsraîlê Elî Cohen got ger Tirkiye di planên xwe yên avakirina baregehan li ser axa Sûriyeyê de berdewam bike, Îsraîlê jî dê neçar bimîne baregehên leşkerî li Sûriyeyê ava bike.

Cohen anî ziman ku Tel Aviv dê li hember her tevgereke leşkerî ya Tirkiyeyê li derdora Sûriyeyê bêdeng nemîne û got: " Îsraîl dê bi heman rengî bersivê bide da ku ewlehiya xwe ya neteweyî misoger bike û berjewendiyên xwe yên stratejîk li herêmê biparêze."

Wezîrê Enerjiyê yê Îsraîlê her wiha destnîşan ku deverên derdora Şerîdaya Xezayê bi pratîkî bûne beşek ji Xezayê bi xwe, heman tişt ji bo sînorên Sûriye û Lubnanê jî derbasdar e.

Elî Cohen got ku Îsraîl li ser erdê bi rastiyek nû re rû bi rû ye ku ji bo parastina wargehên Îsraîlê hebûna leşkerî ya rasterast li van deveran hewce dike.

Wezîrê Enerjiyê yê Îsraîlê Elî Cohen di dewama axaftina xwe de aşkera kir ku Serokwezîrê Îsraîlê dê di serdanên xwe yên bê yên li Washingtonê de mijarên hesas ên têkildarî Îran û Lubnanê, di nav wan de bêçekkirina Hizbullahê nîqaş bike.

Cohen anî ziman ku operasyonên Îsraîlê yên li dijî Îranê heya radesteyeke mezin bû sedem ku ewlehiya cîhanî û aramiya herêmî xurt bibe.

(b)