Karwanê sêyemîn ê alîkariyan gihîşt herêmên peravê

Karwanê sêyemîn a alîkariyên mirovî ji aliyê Komeleya Mezopotmyayê ve hatibû amadekarin gihîşt herêmên peravê.

Karwanê sêyemîn ê alîkariyan gihîşt herêmên peravê
1 hezîran, 2025   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Karwanekî sêyemîn ê alîkariyên mirovî yê ji aliyê Komeleya Mezopotamya ya Alîkarî û Geşpêdanê ve hatiye amadekirin duh êvarî gihîşt herêmên peravê.

Karwanê alîkariyên mirovî roja Înê bi hevkariya Desteya Kar û Barên Civakî û Kar a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatibû amadekarin duh nîvro ji deriyê El Bû Asî yê Tebqayê bi rê ketibû û di saetên êvarî de gihîştibû herêmên peravê.

Karwanê alîkariyan ji 6 hezar paketên xwarinê pêk tê dê li mexdûran şer û komkujiyên vê dawiyê yên li herêma peravê rû dane bên belavkirin.

Ji Adara îsal ve ev karwanê 3'yemîn ê alîkariyên mirovî ye ku ji aliyê gelê herêmê, Heyva Sor a Kurd û Rêveberiya Xweser ve ber bi peravê ve tên şandin.

(bb)

ANHA