Karwanê ji bo veguhestina gel diçû Minbicê hat astengkirin

Wesayît û ambulansên ku ji bo veguhestina gelê li Minbicê maye derketibû rê, ji aliyê komên çete û dewleta Tirk ve hatin astengkirin.

Karwanê ji bo veguhestina gel diçû Minbicê hat astengkirin
14 kanûn, 2024   15:56
KOBANÊ

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji herêmê ragihandine, di çarçoveya hevdîtinên ku bi riya koalîsyonê hatine meşandin de, wê gelê ku li nava Minbicê di dorpêça çeteyan de maye, bihatana veguhestin. 

Ji bo veguhestinê, îro (14 kanûn 2024) bi tevlîbûn saziyên navnetewî û koalisyona dijî DAIŞ’ê 10 otobus û 6 ambulans ber bi Minbicê ve derketin rê. Lê dema karwan gihîşt Pira Qereqozaq li aliyê din ê pirê ji aliyê komên çeteyan ve hat astengkirin.

Komên çeteyan bi hincetên cuda nehiştin karwan derbas bibe. Hat gotin ku dê karwan sibe dîsa ber bi Minbicê ve derkeve rê.

(a)
ANHA