Karmendên kehrebeyê yên li Dêrazorê dest bi girevê kir

Karmendên kehrebeyê yên Dêrazorê ku zêdetirî 4 meh e mûçeyên xwe wernegirtine dest girevê kir.

Karmendên kehrebeyê yên li Dêrazorê dest bi girevê kir
1 îlon, 2026   21:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Karmend û karkerên Şîrketa Kehrebeyê ya Dêrazorê ji ber ku zêdetirî 4 meh e mûçeyên xwe wernegirtine dest bi girevê kir.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), karmendan der barê girevê de daxuyaniyek da û gotin, lêçûnên sererastkirina torê, stasyon û çaksazîkirina cihên xerabbûyî dereng maye, li kêleka wê jî xizmetguzariyên avê û enternetê rawestiyane.

Di daxuyaniyê de diyar kirin ku gotinên nebaş û tawanên derew li dijî kadroyên pîşeyî hatine kirin.

Karmendan daxwaza mûçeyên xwe, lêçûnên çaksaziyê, pêdiviyên pêxistina stasyonê û dabînkirina jîngeheke ewle ya kar kirin. Her wiha diyar kirin ku heya daxwazên wan neyên bicihanîn dê girevê bidomînin.

(f)