Kantonên Cizîr û Efrîn û Şehbayê dîsa hatin bombebarankirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê û gundewarê Şêrawa yê kantona Efrîn û Şehbayê careke din topbaran kir.

Kantonên Cizîr û Efrîn û Şehbayê dîsa hatin bombebarankirin
25 cotmeh, 2024   17:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk û çeteyên wê ji baregehên xwe yên li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî, gundê Um El Kêf ê bajarê Til Temirê topbaran kir. 

Her wiha dagirkeran ji navendên xwe yên li Efrîna dagirkirî, gundê Irşadiye yê bajarê Şera yê kantona Efîn û Şehbayê topbaran kirin.

Ji çarşemê ve dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û yên bêmirov herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran dike. Di encamê de heta niha 14 şênî şehîd bûn û 40 din jî birîndar bûne.

(şx)

ANHA