Kampanyaya ‘Bi hev re ji bo piştgiriya jinên Siwêdayê’ didome

Li Hesekê û Reqayê di çarçoveya kampanyaya “Bi hev re ji bo piştgiriya jinên Siwêdayê” de çalakiyên jinan hatin lidarxistin. Hejmarek çalakvan, rewşenbîr, siyasetmedar û jinên din bi armanca şermezarkirina tundî û kuştina li dijî jinên Siwêdayê, tevlî çalakiya bûn û bang hesabxwestina ji kujeran kirin.

Kampanyaya ‘Bi hev re ji bo piştgiriya jinên Siwêdayê’ didome
Kampanyaya ‘Bi hev re ji bo piştgiriya jinên Siwêdayê’ didome
Kampanyaya ‘Bi hev re ji bo piştgiriya jinên Siwêdayê’ didome
Kampanyaya ‘Bi hev re ji bo piştgiriya jinên Siwêdayê’ didome
Kampanyaya ‘Bi hev re ji bo piştgiriya jinên Siwêdayê’ didome
Kampanyaya ‘Bi hev re ji bo piştgiriya jinên Siwêdayê’ didome
Kampanyaya ‘Bi hev re ji bo piştgiriya jinên Siwêdayê’ didome
Kampanyaya ‘Bi hev re ji bo piştgiriya jinên Siwêdayê’ didome
Kampanyaya ‘Bi hev re ji bo piştgiriya jinên Siwêdayê’ didome
3 tebax, 2025   13:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Hesekê û Reqayê bi boneya salvegera komkujiya Şengalê û bi armanca şermezarkirina êriş û kuştinên li dijî jinê Siwêdayê çalakiyên jinan hatin lidarxistin. 

Bi dehan jinên rewşenbîr, siyasetmedar, endamên civaka sivîl û rêxistinên jinan beşdarî xwepêşandan bûn. Li Reqa xwepêşandan li ber avahiya Meclisa Sporê hate lidarxistin. Li Hesekê jî çalakî li ber navenda Perwerde û Fêrkirinê ya Hesekê bi rê ve çû.

Jinan pankarên bi nivîsa “Na ji tundiyê re, binpêkirinan li dijî jinan rawestînin, na ji tundiya bi zanebûn a li dijî jinan, çarenûsa jinên hatine revandin aşkere bikin” vekiribûn. Di heman demê de pankartek bi nivîsa “Ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta jinên Siwêdayê, ka em bi hev re berxwedana Şengalê silav bikin.” vekiribûn.

Di xwepşandana Hesekê de Hevseroka Rêxistina PYD’ê ya Herêmê Zehra El Elî axivî û destnîşan kir ku xwepêşandana wan li dijî tundiya li ser jinên Siwêda û bi armaca bîranîna qurbaniyên komkujiya Şengalê ya sala 2014’an de pêk hat, hatiye lidarxistin. Zehra El Elî bibîr xist ku li Siwêda jin rastî komkujî, destdirêjî, revandin û kuştinê hatine û wiha dom kir: “Di ser de jin hatin girtin. Ev binpêkirina aşkere ya rumet û mafên mirovan û jinan e.”

Jinan bang li civaka navneteweyî û cîhanê kirin ku di zûtirîn dem de tundiya li ser jinan rawerstînin û di zûtrinîn dem de kerîdora mirovî ya bi ewle ji bo xelkên Siwêdayê vekin.

Di xwepêşandina Reqayê de jî endama Rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbiya Asya El Elî daxuyaniya kombûnê xwend. Di daxuyaniyê de ev tişt hate nîşandan: “Em di serî de qurbaniyên komkujiya Şengalê bibîr tînin. Komkujiya Şengalê ne dawiya komkujiyan bû. Lê belê zihniyeta desthildar hîn jî komkujiyan didomîne. Niha li Sûriyê jî komkujî bi heman zihniyetê dewam dikin. Komkujiyên li Perava Sûriyeyê û Siwêda berdewma komkujiya Şengalê ye.”

Di daxuyaniyê de hate bibîr xistin ku wêrankirina jiyana sivîlan, bikaranîna tundiyê li dijî sivîlan binpêkirina hemû peyman û belgeyên navdewletî ye û banga rawestandina tundiya li jin û zarokan hate kirin, her wiha hate xwestin kerîdora mirovî bi Siwêdayê re were vekirin.

Ev xwepêşandan, di çarçoveya kompanyaya berfireh de hatiye lidarxistin ku ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevgerên Jinan li Bakur Rojhilatê Sûriyê bi sernavê “Bi hev re ji bo piştgiriya jinên Siwêda”  hatiye birêxitsinkirin.

(dc)

ANHA

REQA