Hikûmeta veguhêz senaryoya peravê û Siwêdayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne

Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê êrişa li Dêr Hafirê girte ser xwe, bi vî awayêa hewl dide senaryoya Ceramana, peravên Sûriyeyê û Siwêdayê, li Bakur û Rohilatê Sûriyeyê jî dubare bike.

Hikûmeta veguhêz senaryoya peravê û Siwêdayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne
3 tebax, 2025   13:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Veguhêz êrişa ku ji hêla çeteyên, "Artêşa Neteweyî" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve, li ser herêma Dêr Hafirê pêk hat, rewa kir û girte ser xwe. Wezaretê her wiha  Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD)  tawanbar kir ku  êrişî çeperên wan kiriye.

Komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê, duh şevê bi top û mûşekan êrişî gundewarê herêma Dêr Hafirê a li başûrê rojhilatê Helebê kirin.

QSD`ê bi daxuyaniyeke ku duh weşandibû ev êriş weke provekasiyên û êrişkariya li dijî hêzên wan, bi nav kir. QSD`ê diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya mafê xwe yê parastina rewa de bersiva van êrişan dane.

Ev kiryarên Hikûmeta Veguhêz berdewamiya hin kiryarên ku beriya niha li deverên din ên Sûriyeyê kirine ye. Hêzên Hikûmeta Veguhêz bi piştgiriya komên tundrew ên biyanî, di şeva 6-7ê Adarê de bi hênceta şerê li dijî "bermahiyên rejîma berê" êrişî herêma peravên Sûriyeyê kirin. Piştre wan li dijî bi sedan sivîlên li wan deveran komkujî kirin, şênî ji cih û warên wan derxistin û gelek gund bi tevahî wêran kirin.

Di Nîsanê jî li bajarokê Ceremana yê gundewarê Şamê jî êrişek li dijî Durziyan pêk hat. Êrişa li dijî Durziyan ji 13’ê Tîrmehê û vir ve li bajarê Siwêdayê berdewam dike. Di encamê de heta niha jin û zarok jî di nav de  bi sedan kes hatin kuştin û mal û milkên şêniyan hatin talankirin.

QSD'ê diyar kir ku daxuyaniyên Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Veguhêz berevajîkirina rastiyan û xapandina raya giştî ne. Her wiha daxuyand ku ev helwest xizmeta ewlehî û aramiyê nake.

QSD'ê banga rêzgirtina li peymanên agirbestê kir û ji Hikûmeta Veguhêz xwest ku berpirsyariyên xwe pêk bîne û komên "bêserûber" ên girêdayî xwe kontrol bike.

(k)

ANHA