Kaja Kallas: Agirbesta Sûriyeyê lawaz e

Berpirsa Siyaseta Derve ya YEˊyê li ser peymana navbera QSD û Şamê ragihand ku agirbest hîn ne di asteke xurt de ye. Kallas bang li aliyên Sûriyeyî kir ku ji bo avakirina hikûmeteke niştimanî û berfireh pêngavan biavêjin.

Kaja Kallas: Agirbesta Sûriyeyê lawaz e
23 sibat, 2026   16:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsa Bilind a Siyaseta Derve û Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas, îro 23ˊê Sibatê ji dezgehên çapemeniyê re ragihand ku her çend li Sûriyeyê agirbestek hebe jî, ev rewş hîn gelekî "hestiyar û lerzok" e.

Kallas destnîşan kir ku daxwaza wan ew e ku hemû aliyên Sûriyeyê bi hev re kar bikin û got, "Em dixwazin hêzên Sûriyeyî hikûmeteke berfireh ava bikin ku tu kes li derveyî wê nemîne û aştiyeke niştimanî pêk were."

Kaja Kallas anî ziman ku Yekitiya Ewropayê (YE) bi hemû şiyana xwe piştgiriyê dide vê pêvajoyê û aşkera kir ku ew niha di nav gotûbêjan de ne ka gelo ketiye dema ku peywendiyên dîplomatîk ên asta bilind bi Sûriyeyê re deynin an na, da ku fikarên xwe yên der barê rewşa welat de bînin ziman.

Peymana QSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê 29ˊê Çileya borî hatibû ragihandin û di 2’ê Sibata 2026’an de ketibû warê cibicîkirinê.

(fr)