Johnson careke din bû serokê Meclisa Nûneran a DYAˈyê

Mike Johnson ê ji Partiya Komarparêz careke din wek serokê Meclisa Nûneran a DYAˈyê hat hilbijartin.

Johnson careke din bû serokê Meclisa Nûneran a DYAˈyê
4 ÇILE, 2025   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Mike Johnson ê ji Partiya Komarparêz, di encama dengdayînê de careke din bû serokê Meclisa Nûneran a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye.

Serokê DYAˈyê Donald Trump demek berê piştgirî dabû hilbijartina Johnson ji bo serokatiya meclisê û gotibû "Serketina Mike dê bibe serkeftineke mezin a Partiya Komarparêz."

Johnson piştî hilbijartinê diyar kiribû ku dê bi awayekî bingehîn erkên hikumetê kêm bikin û desthilatê li gel vegerînin.

(bb)