Jinên li Tişrînê 8’ê Adarê li  YPJ’ê pîroz kir

Çalakgerên jin ên li Bendava Tişrînê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê li şervanên YPJ’ê pîroz kir.

Jinên li Tişrînê 8’ê Adarê li  YPJ’ê pîroz kir
3 adar, 2025   23:53
NAVEDNA NÛÇEYAN

Çalakgerên jin ji Bendava Tişrînê bi peyamekê, Roja Jinan a Cîhanê (8’ê Adarê) li şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), pîroz kir. 

Jin û çalakgerên li Bendava Tişrînê ji bo ku piştgiriya ji şervanên jin re nîşan bidin kom bûn û peyama piştgiriyê xwend. Di peyamê de coş û hevgirtin û hestên hêz û yekitiya di nava jinan de li hember astengiyan hat nîşandan.

Her wiha di vê peyamê de bal li ser wêrekî û fedakariyên şervanên jin li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hat kişandin.

Di demekê de ku ji 8’ê Çileyê ve li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nobedariya bendavê didomin, ev peyam hat xwendin. Di peyamê de ruhê têkoşîn û hevgirtina jinên herêmê û daxwaza wan a pêkanîna edalet û ewlekariyê hat diyarkirin.

(fr)

ANHA