Jinên ji Reqayê daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re kir

Jinên ji kantona Reqayê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan gaveke bingehîn a ber bi bidawîbûna alozî û avakirina siberoja li ser bingeha edalet û rûmetê ye. Her wiha jinan got pêwîst e Rêber Abdullah Ocalan were berdan û yekser pê re hevdîtinê bikin.

Jinên ji Reqayê daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re kir
10 tîrmeh, 2025   02:35
REQA
DÎMA MIHEMED

Di çarçoveya kampanyaya "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" de ku Foruma Ewropayê ya Azadî û Aştiyê (EFFP) daye destpêkirin, jinan ev daxwaz bi "bangeke cîhanî" ku aîdiyetê û nasnameyê derbas dike, wesifand. Jinan banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Der barê mijarê de rêvebera Komîteya El Meşleb a Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Zikreyat El Mûsa got: "Em daxwaz dikin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin û ew tavilê were berdan. Tecrîda berdewam a dijî wî ya ji zêdetirî 20 salan ve li pêş çareya siyasî ya rastîn astengiyek e. Hevdîtina pê re mafekî rewa ya gelên herêmê ye û ew şertê bingehîn a destpêkirina proseya siyasî ya demokratîk a berfireh e."

Li aliyekî din jî endama Akademiya Rêber Abdullah Ocalan a Zanistên Civakî Ayşe Şawîş diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina krîzên Rojhilata Navîn temsîla jêdera hêvî û stratejiyê ye û got: "Berdana wî ne êdî ne karekî hundirîn a Tirkiyeyê ye, lê dozeke mirovî û siyasî ya girêdayî tevahî herêmê ye."

Ayşeyê wiha domand: "Rêbertî her tim daxwaza bidawîkirina tundiyê û pejirandina çareseriyên demokratîk dike, ji lew re daxwaza hevdîtina me pê re û berdana wî wê ne daxwazeke Kurdî ye, lê bangeke mirovî ji bo siberojeke ji şeran vala, ye."

Her wiha endama heman akademiyê Zekreyat Sebah El Xelîl bi bîr xist ku bêdengiya navneteweyî berpirsiyariya binketina hewldanên diyalogê ye û got: "Ger Rêbertî bi fîzîkî azad nebe, tu pêşketineke cidî ya siyasî çênabe. Em daxwaza tavilê ya berdana wî û aktîvkirina mafê wî yê hêvidiyê dikin, weke misogeriya rastîn a avakirina aştiyê ye."

(fr)

ANHA