Şêniyên Kobanê: Keyfxweşiya dîtina Rêber Apo nayê vegotin, em dixwazin wî hembêz bikin

Niştecihên bajarê Kobanê diyar kirin ku ew bi daxuyaniya bi dîmen a Rêber Abdullah Ocalan pir keyfxweş bûne û hêvî kirin ku Rêbertiya xwe di nava xwe de bibînin û wî hembêz bikin.

Şêniyên Kobanê: Keyfxweşiya dîtina Rêber Apo nayê vegotin, em dixwazin wî hembêz bikin
10 tîrmeh, 2025   05:10
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Têkildarî banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan ku îro bi dîmen hat weşandin, şêniyên bajarê Kobanê hest, coş û kelecana xwe ji ANHA’yê re anîn ziman.

NÊRÎNÊN WELATIYAN WIHA NE:

Hecî Ehmed: Rêberê me 27 sale dîl hatiye girtin, lê di salên dawî de dagirkeriya Tirkiyeyê tecrîd di hundir tecrîdê de dide meşandin da ku gel û Rêbertiyê ji hevdu qut bikin. Tu carî Rêber Apo û gel ji hevdu qut nabin, ji ber ku Rêber Apo û gel wekî dil û rih in.

Em îro Rêber Abdullah Ocalan bi wêne û dîmen dît. Em bi dîtina Rêber Apo gelekî kêfxweşin. Dema ku me dîmenên Rêbertî dîtin, dilê me şad bû, jiyana me nûjen bû. Em nikarin vê coş û kelecana xwe ya dîtina Rêbertî bînin ser ziman.

RÊBER APO ŞEWQ DA CÎHANÊ

Koçer Hisên: Îro ji bo me pîroz e. Em bi dîtina Rêber Apo gelekî kêfxweşin û kelecanin. Di wê kêliya ku me Rêber Apo di dîmenan de dît û me dengê wî bihîst, em pir kêfxweş bûn. Ji kêşxwebûnan re em nikarin hestên xwe bînin ser ziman. Rêber Apo ji bo me roj e, îro roj li ser me hilat û şewq da Cîhanê. Hestekî nayê şîrovekirin e. Em bi hêvî ne ku Rêberê xwe bi fîzîkî di nava xwe de li Kobanê bibînin.

Gêlo Hisên: Dema me dîmena Rêber Apo dît, we wisa hîs kir ku ew bi fîzîkî di nava me de ye. Em pir kêfxweşin, em tu carî nikarin vê kêfxweşiya xwe bînin ser ziman. Îro em hîs dikin ku roj li me hilat. ew roj jî dîtina Rêber Apo ye. Em hêviya dîtina Rêber Apo ne ku em bi fîzîkî di nava xwe de bînin û em wî hembêz bikin.

ANHA