Devê Qutiya Pandorayê hat vekirin- NALÎN DÎCLE 

Devê Qutiya Pandorayê hat vekirin- NALÎN DÎCLE 
29 kanûn, 2024   08:00

 Di 8’ê Kanûnê Sûriye kete qonaxeke nû ya nediyar. Dewleta Tirk û komên girêdayî wê, her çend xwe wek serkeftiyên vê demê nîşan bidin jî, lê rewşa heyî serkeftineke sexte ye. Pir aşkera ye ku fetha Şamê û rûxandina rejîma Baasê ne bi şer bû. Heta ji ber ku lihevkirinek hebxw, berxwedaneke dijber jî çênebû û di nava çend rojan de rejîm hilweşiya. Rastiya li holê ev e ku di konjonktora heyî de, bi taybetî piştî ku di şerê Xeza, Lubnanê de hêzên Îranê derbeyeke giran xwar, heza wê lawaz bû. Di deman demê de jî di şerê Rûsya-Ukraynayê de hêzên Rûsyayê giraniya xwe daye Ukraynayê, lewra serweriya wê ya li Sûriyeyê lawaz bû û bi vê rewşê rûxandina rejîma Baasê di tepsiya zêrîn de ji komên cîhadîst-tundraw ên selefî re hate pêşkêşkirin.

Heman hêzên ku ev konjonktor ava kir, di nava çend rojan da Colanî veguherand û bi propagandaya medyayê jî mîna lehengê fatihê Şamê dane nîşandan. Ji bo ku bidin pejirandin, Colaniyê rihdirêj ê cîhadîst ji nû ve afirandin. Rîhê dirêj ku sembola hişmendiya selefiyên tundraw e, kin kirin û bi taxim û qirewata ku lê kirin, bi sekn û tevgera xwe ji xwediyên projeya nû ya Sûriyeyê re êdî digot; ez di xizmeta we de me ezbenî!

Ji ber gelek tiştên şaşwaz ku diviya nebûna lê dibin û têne normalîzekirin, êdî kesek ji tiştekî şaş nabe. Ji ber ku êdî çêbûna her tiştekî gengaz e. Di esas de ji ber her tişt bûye sexte û ferazî, lewra êdî ji mirovan re tiştek pir seyr û ecêb nayê. Ji ber vê yekê aqilmendên projeya ‘Sûriyeya Nû’ di nava çend rojan de ji selefiyekî cîhadîst, serokekî li gorî pîvanên ewropiyan bi taxim û qirawat derxist. Di Colanî de veguherandineke bi leza ronahiyê çêkirin, bêyî ku mejî bihebîne, mîna kompîturekê format bikin, dixwazin hafizeya civakan, raya giştî jî wiha format bikin. Bi vê formatê jî hemû kiryarên kirêt ên Colanî û kiryarên hemû komên cîhadîst ên selefî bidin jibîrkirin. Şeklê Colanî guhertin, lê hişmendiya wî ya tundraw çi qas karîn bidin guhertin, ev meçhul e. Her çend hişmendiya karekterîstîk ku nayê guhertin paşguh bikin jî, wê rojekê mîna gurê har xwediyê xwe jî gez bike. Ya herî esasî hişmendiya selefî ne li gorî rastiya pirrengiya Sûriyeyê ye.

Jixwe ji niha ve dest bi komkujiya pêkhateyên cuda kirine. Li aliyekî komên bi navê Artêşa Nîştîmanî ku çeteyên Tirkiyeyê ne, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dijwarî êriş dikin, li aliyê din bi hinceta li ser bermahiyên rejîma Baasê operasyonan dikin, dest bi komkujiya elewiyan kirine. Li herêmên elewiyan kiryarên kirêt, sûcên şer têne kirin, îşkence û kiryarên ku rûmeta mirovan dişikînin her ku diçe zêdetir dibin. Hişmendiya cîhadîst a selefî her çend şeklê xwe guhertibe jî, lê ji ber hişmendî zehmet e bê guhertin, lewra hîna ji destpêkê de êrişên tund û kirêt li hember nirxên civak, ol û baweriyan kirin. Li gel înfazên bêdaraz, komkujî, îşkence û kiryarên tecawizkariyê, herî dawî jî dîmenên şewitandina mezargeha Ebû Abdullah El Hisên El Xesîbî ya li devera Meyselûn a Helebê û qetilkirina 5 xizmetkarên mezargehê derkete holê.

Li gel zext û komkujiyan, ev bêrêziya li hember nirxên olî û civakî, bû sedema xwepêşandanan. Bi taybetî kiryarên komên selefî yên cîhadîst li hember elewiyên bêparastin dikin, li gelek bajarên Sûriyeyê hatin protestokirin. Hêzên çekdar ên giradayî HTŞ’ê û Artêşa Nîştîmanî vê carê li hember xwepêşandêrên ku bertekên xwe bi rêbazên demokratîk îfade dikirin, çek bi kar anîn. Hejmar tam neyê zanîn jî, lê di encama êrişa li ser xwepêşandêran de, gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Bi qedexekirina derketina derve, bi rêbazên cur bi cur ên tirsandinê, dixwazin bertekan biçewisînin.

Ya sosret kiryarên kirêt ên van komên selefî ji aliyê hêzên cîhanî ve nayên dîtin. Tevî terora ku dimeşînin jî, hêzên ku her tim demogojiya demokrasiyê dikin, bi rêzê tên bi Colanî re hevdîtinaan dikin. Mîna siyasetmedarên heftrû, çapemenî jî ji bo ku bi Colanî re hevpeyvîn çêkin, bi hev re ketine nava pêşbirkeke mezin. Êdî pîvana jêhatîbûna dîplomasiyê bûye hevdîtina bi Colanî re, pîvana rojnamevaniya serkeftî jî bûye hevpeyvîna bi Colanî re.

Di konjonktora heyî de bidesxistina Şamê hêsan bû, lê diyar e ku dê rêvebirina wê ne hêsan be. Ji ber Sûriye pirreng e, gelek netewe, ol, mezheb û çandên cuda lê hene, lewra bi hişmendiyeke tundraw a selefî birêvebirin ne gengaz e. Bi taybetî kiryarên li hember elewiyan têne kirin ku firsetê bibînin dê çi bi sêrê pêkhateyên din bînin jî nîşan dide. Bê guman bi van kiryarên kirêt û komkujiyên li ser pêkhate û baweriyan, qelîştok û derzên di navbera ol, mezhep, pêkhateyan de firehtir dikin. Xwepêşandanên ku çêbûne, her çend wek provakasyon an jî wek tehrîka hinek hêzan nîşan bidin jî, lê di esasê xwe de li hember rêveberiya HTŞ’ê pirsgirêka baweriyê ya heyî nîşan dide. Ji derveyî hişmendiya cîhadîst û selefî, hemû mezheb, bawerî û pêkhateyên din ên Sûriyeyê, bi taybetî jin, xwe di nava ewlehiyê de hîs nakin.

Bi hişmendiya çaxa navîn, gelo avakirina Sûriyeyeke demomratîk çi qas gengaz e? Sûriyeya nû dixwazin bi kîjan hişmendiyê ava bikin, ji kabîneya hikumeta demkî ya Colanî diyar e. Kabîneya Colanî nîşan dide ku tu niyeteke HTŞ’ê ya avakirina hikumeteke berfireh ku hemû rengên civakî hembêz bike, nîn e. Profîla kabîneyê piştrast dike ku di Sûriyeya nû de El Qaîde û DAIŞ bûne desthilatdar. Jixwe ji hişmendiyeke wiha rêveberiyeke demokratîk hêvîkirin, bi gotina hêrî masûmane, safîtî ye. Her çend hêzên herêmî û cîhanî ji bo Colanî bidin pejirandin bixemilînin û şîrîn bikin jî, heta bixwazin di hinek aliyan de kontrol bikin jî, lê hişmendiya selefî ya tundraw bi komkujiyî, binpêkirin û kiryarên kirêt ku di nava 20 rojan de kirine, Sûriye ber bi şereke taîfî û mezhebî yê kûr ve dibin. Di esas de bi vê hişmendiyê devê Qutîka Pandorayê hate vekirin, êdî xirabî li hemû herêmê belav dibe. Anku ji aliyê HTŞ’ê ve fetihkirina Şamê, bi temamî pêvajo neqediyaye, di esas de pêvajoya şerê mezin û rewşa kaotîk hîna nû dest pê dike.