Jinên hiqûqnas: Divê hesab bê pirsîn

Jinên hiqûqnas sûcên li dijî jinan têne kirin şermezar kirin û xwest hesab ji sûcdaran bê pirsîn. Her wiha ji bo mîsogerkirina mafên jinan bang li tevahî jinên sûriyeyî kirin.

Jinên hiqûqnas: Divê hesab bê pirsîn
5 sibat, 2025   14:51
REQA

Jinên hiqûqnasên ên ji kantonên Reqa û Tebqayê ji bo şermezarkirina sûcên ku li dijî jinan têne kirin, daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber avahiya Dîwana Edaleta Civakî ya li bajarê Reqayê hate dayîn û ji aliyê hevseroka Meclisa Edaleta Civakî ya Reqa û Tebqayê Dîma Ebûd ve hat xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de şehîd Hevrîn Xelef û tevahî şehîdên Sûriyeyê hatin bibîranîn û hate gotin sûcên li dijî jinan û mirovahiyê binpêkirina qanûnên navneteweyî ye, divê maf û rûmeta mirovan biparêzin û edalet û wekheviyê pêk bînin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “sûcdar, qatil û xwînmêj li mînberan diaxivin û qala serketinê dikin, bêyî ku hesab ji wan bê pirsîn”.

Di daxuyaniyê de bang li tevahî jinên sûriyeyî hat kirin ku ji bo parastina destkeftiyên xwe û mîsogerkirina mafên xwe yekitiya xwe ava bikin, helwesteke yekbûyî nîşan bidin û kedeke hevbeş bidin.

(bb)

ANHA