Jinên DAIŞˊê êriş nuqteyên komên nûkirina datayan kir

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji Kampa Holê dane, jinên çeteyên DAIŞˊê yên li beşa Muhecîran êrişî nuqteyên komên nûkirina datakirinê yên niştecihên kampê kir û hewl da nuqteyan bişewitînin. Lê Hêzên Ewlekariya Hundirîn destwerdan kir.

Jinên DAIŞˊê êriş nuqteyên komên nûkirina datayan kir
27 ÇILE, 2024   18:21
HESEKÊ

Bi destpêkirina qonaxa sêyemîn a ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ re komên nûkirina agahî û datakirina niştecihên Kampa Holê dest bi avakirina nuqteyan kir ku erkên xwe pêk bînin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn li her beşeke kampê kon danî.

Li gorî nûçegihan, jinên çeteyên DAIŞˊê ên li beşa Muhecîran ên ji nasnameyên cuda êrişî wan koman kir û hewl da wan konan bişewitînin, lê piştre Hêzên Ewlekariya Hundirîn destwerdan kir û ew belav kirin.

(fr)