Li Tebqayê nameyên nivîskarê Scotlandî hatin pêşkêşkirin

Desteya Çandê û Yekitiya Rewşenbîran bi hevkariya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a kantona Tebqayê di çalakiyekê de nameyên nivîskarê Scotlandî Sean Michael Wilson ê xwediyê pirtûka ˊAzadî wê bi serkeveˊ pêşkêş kirin.

Li Tebqayê nameyên nivîskarê Scotlandî hatin pêşkêşkirin
Li Tebqayê nameyên nivîskarê Scotlandî hatin pêşkêşkirin
Li Tebqayê nameyên nivîskarê Scotlandî hatin pêşkêşkirin
Li Tebqayê nameyên nivîskarê Scotlandî hatin pêşkêşkirin
Li Tebqayê nameyên nivîskarê Scotlandî hatin pêşkêşkirin
Li Tebqayê nameyên nivîskarê Scotlandî hatin pêşkêşkirin
Li Tebqayê nameyên nivîskarê Scotlandî hatin pêşkêşkirin
6 tebax 2024   17:33
TEBQA

Di çalakiyê de bi dehan nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê, deste û meclisên wê, Partiya Sûriya Pêşerojê û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdar bûn.

Di çalakiyê de hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Tebqayê Rena El Seyid bixêrhatina beşdaran kir û got: "Me di komîteya amadekar a vê çalakiyê de piştgirî da her xwediyên pênûs û alîgirên xwedî fikrên li edalet û azadiyê digerin û pêdiviyên civakan di aliyê fikrî de pêk tînin û vê fikrê dikin projeyeke berhemdar û aktîv heta armancên xwe yên pêşxistina welat pêk tînin."

Endama însiyatîfê Leyla Mihemed jî got ew îro ji bo dîtina pirtûka wêneyan a bi navê ˊAzadî wê bi serkeveˊ beşdar bûne û got: "Pirtûka ku nivîskarê Scotlandî Sean Michael Wilson çêkiriye li ser qonaxên jiyana Rêbertî ji zarokatiyê heta roja îro ve bi rêya wêneyan e."

Her wiha hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Ehmed El Omer li ser rêwîtiya Rêber Abdullah Ocalan a ji gundê wî heta bi destpêka komploya navneteweyî ya di 9ˊê Cotmeha 1998ˊan û heta girtina wî di 15ˊê Sibata 1999ˊan de axivî û soza da ku ew ê bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî bin. Ji ber ku fikrên wî ne tenê ji bo gelên Rojhilata Navîn in, ji bo tevahî cîhanê ne.

Dûre endamên Navenda Çandê ya Tebqayê Şadî Zibêdî û Yasmîn El Esker strana ˊOcalan wisa dibêjeˊ pêşkêş kir.

Di dawiyê de nameyên Navenda Çandê ya Tebqayê bi rêya onlinê ji nivîskarê Scotlandî Sean Michael Wilson wergirtine pêşkêş kirin û wiha ne:

"Pirtûka min a bi navê ˊAzadî wê bi serkeveˊ hefteya borî bi zimanê ingilîzî derket û dê hin çalakiyên taybet têkildarî wê li Brîtanyayê li dar bikevin, her wiha dê piştre bi zimanê Erebî jî derkeve."

Sean Michael Wilson di nameyeke din de got, "Ez hêvîdar im hûn ji beşdaran re bêjin ku tiştê hûn di çarçoveya avakirina pergaleke demokratîk li herêmê xwe de ji bo tevahî cîhanê pir girîng e. Ew modelek e, divê mirovên din jî fêrî wê bibin. Ez bi derxistina pirtûkê ya li ser têkoşîna wan pir serbilind û kêfxweş im. Pêdiviya me li cîhanê bi we heye û em piştgiriya we dikin. Ev gotin ji dilê min de ne."

(fr)

 ANHA