Jinan peyama Rêber Abdullah Ocalan şîrove kir

Kombûna Jinan a Zenûbiya naveroka peyama Rêber Abdullah Ocalan a 8’ê Adarê ji jinan re şîrove kir û diyar kir ku civaka ku rola jinan tê de li pêş be, dikare azadiyê mîsoger bike.

Jinan peyama Rêber Abdullah Ocalan şîrove kir
Jinan peyama Rêber Abdullah Ocalan şîrove kir
Jinan peyama Rêber Abdullah Ocalan şîrove kir
13 adar, 2025   15:23
REQA

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê bi armanca balkişandina ser peyama Rêber Abdullah Ocalan a bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, civînek ji jinan re li dar xist. Civîn li hola Navenda Çandê ya Reqayê bi beşdariya endamên kombûnê, saziyên jinan, nûnerên saziyên civaka sivîl hat lidarxistin.

Piştî rêzgirtinê, endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Asînat Mihemed peyama Rêber Abdullah Ocalan şîrove kir.

Asînatê got: "Wekî Rêber Abdullah Ocalan dibêje em di nava 4 çandên sereke de dijîn. Divê em xwe bi rêxistin bikin da ku ji çanda êrişên zayendî û qetilkirinê xilas bibin. Divê em li ber komkujî û astengkirina azadiyan bisekinin. Tevahiya cîhanê pirsgirêka çanda Satî, bi taybetî yên girêdayî rola dayikan di avakirina civakên de nîqaş dike."

Asînat Mihemed bal kişand ser têgeha ronesansê jî û wiha domand: "Ronesans zayîneke nû ye. Çawa azadî di ronesansa Ewropayê de bi pêş ket, Rêber Abdullah Ocalan serkeftin pêşkêşî jinan kir û hişt ku bibin hêmaneke sereke di avakirina civakê de."

Beşdaran nameya Rêber Abdullah Ocalan, rêbazên pêşxistina rola jinan di tevahî qadên jiyanê de û girîngiya xurtkirina têkoşîna jinan nîqaş kirin.

(bb)

ANHA