Îsraîlê li Şamê da

Balafirên şer ên Îsraîlê herêma Meşrû Dumer a li Şamê bombebaran kir. Îsraîlê îdia kir ku li baregeheke tevgera Cîhada Îslamî daye.

Îsraîlê li Şamê da
13 adar, 2025   15:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî şahidan, balafirên şer ên Îsraîlê herêma Meşrû Dumer a li rojavayê Şamê bombebaran kir. Hate diyarkirin ku piştî bombebaranê ambulans çûne cihê bûyerê.

Radyoya artêşa Îsraîlê jî ragihand ku "Artêşê beriya çend kêliyan li Şamê li baregeheke tevgera Cîhada Îslamî daye."

Der barê encamên bombebaranê de agahî nehatin parvekirin.

(bb)