Jinan li Bendava Tişrînê bi boneya 8’ê Adarê daxuyanî da

Jinên ji kantona Cizîrê yên di roja 60’emîn de li Bendava Tişrînê nobetê digirin, bi daxuyaniyekê 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û banga xwedî derketina li banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Jinan li Bendava Tişrînê bi boneya 8’ê Adarê daxuyanî da
8 adar, 2025   14:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Berxwedana li Bendava Tişrînê ku ketiye roja xwe ya 60’emîn, bi beşdarbûna şêniyên kantona Cizîrê didome. 

Bi boneya 8’ê Adarê Kongra Star ji ser Bendava Tişrînê daxuyaniyek da. Di kêliya daxuyaniyê de jî artêşa dewleta Tirk a dagirker derdora bendavê bombebaran kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji bendava egîdan, bendava rûmet û berxwedanê, ji cihê lehengî û rûmetê em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên cîhanê di serî de li Rêber Apo, malbatên şehîdan, jinên cîhanê, şervanên azadiyê yên ku li çeperên berxwedanê li hemberî zihniyeta baviksalar li ber xwe didin, pîroz dikin. Her wiha li hemberî fedekariya jinên tekoşer mîna Rosa Luxemburg heta Sakîna Cansiz, Besê, Zerîfa, Arîn Mîrkan û Sema Yûce bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”

Di dewama daxuyaniyê de behsa têkoşîna jinan a li hember qirkirinê hate kirin û wiha hate gotin: “Wekî tê zanîn bi hezarê salan jin li seranserî cîhanê li hemberî sîstemên qirkirin, bişaftin, tunekirin her wiha li hemberî hemû rêbazên tundiyê ji hêla zihniyeta zayenperest, olperest, netewperest û kevneşopiyên ku bi zihniyeta zilamê serdet rûbirû maye. Ev sîstemên ku jin wekî meta dibînin û li gorî berjewendiyên xwe bi kar tînin ji bo anîna zarokan û pêkanîna pêdiviyên zilam û malbatê. Lê belê tevî vê ziniyet û nêzîkbûnên nemirovî, tu carî jinê serê xwe netewand, berovajî wê her tim di qadên berxwedan û tekoşînê de bûn. Bi taybet piştî damezrandina tevgera azadiya jin û diyariya Rêber Apo di 8’ê Adara 1998’an de ku diyarî hemû jinan kir û bû neqşeriyek ji hemû jinan re da ku azadiya xwe bi dest bixin û li zayenda xwe xwedî derkevin.

Li ser vê bingehê me jî wekî jinên Kurd di serî de û hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeta berxwedana jinan di dîrokê de meşandin, heta roja îro ku di encama vê berxwedan û tekoşînê de roja 8’ê Adrê wekî rojeke sembolîk hat naskirin. Em jî wekî jinên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îsal vê rojê bi rihê jina azad, bi kelacan û germahiyeke pir mezin pêşwazî dikin û bi taybet ku banga Rêbertî ya Aştî û Civaka Demokratîk hat kirin her wiha silavdayin û baweriya Rêbertî bi hêza jin û pêşengtiya wê. Berxwedana ku jin li Bendava Tişrînê dide meşandin û şehadetên ku li hemberî êrîşên li ser şervanên me, xaka me, enerjiya me tê kirin nerînên Rêbertî bi hêza jinê isbat kir.

Ji ber wê em soz didin ku li banga Rêber Apo xwedî derkevin û naveroka wê fêm bikin û li gorî felsefeya Jin Jiyan Azadî bimeşin û di hişmendiya hevjiyana azad de israr bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.