Jinan êrişên li ser sembolên Kurdî şermezar kirin: Divê hesab bê pirsîn

Jinên li bajarê Çilaxayê êrişên li dijî wêneyên şehîdan û sembolên Kurdî şermezar kirin û diyar kirin ku ev êriş dê wan ji berdewamiya berxwedanê û parastina mafên xwe dûr nexin.

Jinan êrişên li ser sembolên Kurdî şermezar kirin: Divê hesab bê pirsîn
17 cotmeh, 2026   04:55
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Bertekên jinan ên li dijî êrişên li ser sembolên Kurdî û wêneyên şehîdan ku li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê hatibûn kirin, zêde dibin.

Celîla Ebdurehman diyar kir ku êrişa li ser sembolên Kurdî û wêneyên şehîdan cihê şermezariyê ye û êrişek li ser têkoşîna jinan û destkeftiyên wan e.

Celîlayê anî ziman ku ev êriş dê jinan ji parastina mafên xwe û berdewamiya têkoşîna azadî û rûmeta xwe dûr nexin.

Celîla Ebdurehman bang li hêzên ewlehiyê kir ku hesab ji êrişan bipirsin û wan darizînin. Her wiha hişyarî da ku kiryarên wiha aramiya herêmê û aştiya navxweyî tehdît dikin û dixwazin wê bikişînin nav pevçûnên dirêj.

Etiya Hacî jî êrişa li ser wêneyên şehîdan bi êrişek li ser hişmendiya jinên azad û prensîbên jiyana hevbeş a di navbera civakên herêmê de pênase kir.

Etiya Hacî bang li rayedarên peywendîdar û hêzên ewlehiyê kir ku berpirsiyarên van êrişan darizînin.

Dunya Mihemed jî êriş şermezar kirin û got: "Ev kiryar zîhniyetekê nîşan didin ku rola jinan red dike û dixwaze destkeftiyên wan û sembolên têkoşîna wan têk bibe."

Dunya bang li aliyên têkildar û hêzên ewlehiyê kir ku êrişkarên wêneyên şehîdan û sembolên Kurdî darizînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev kiryarên xerab nayên qebûlkirin. Êrişa li dijî sembolên têkoşînê dê li pşiya jinan ku meşa xwe berdewam bikin û maf û destkeftiyên xwe biparêzin nebe asteng."

(k)

ANHA