Jinan ‘Danezana Destûrî’ rexne kir: Beşdariya jinan û wekheviyê paşguh kir

Çalakvanên jin nerazîbûna xwe dli hember Danezana Destûrî ya desthilata Şamê nîşan da û da zanîn ku danezanê jin bi tevahî paşguh kirine û tu bendên zelal ên der barê wekheviya jin û mêran tê de tune ne û ev jî binpêkirina mafên jinan e.

Jinan ‘Danezana Destûrî’ rexne kir: Beşdariya jinan û wekheviyê paşguh kir
30 adar, 2025   11:49
REQA
DÎMA MIHEMED

Danezana Destûrî ya desthilata Şamê ku di 13’ê Adara 2025’an de hat ragihandin, bû sedema nerazîbûna gelek beşên civaka Sûriyeyê, bi taybetî jinan, ji ber ku nûnertiya jinan di naveroka wê de tune bû. Li gorî çalakvanên jin ev yek tê wateya têkbirina destkeftiyên jinan ên di deh salên dawîn de bi dest xistine.

Têkildarî mijarê, rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya a Reqayê Delal El Mûsa got: "Ev destûr piştî rûxandina rêjîmê hat amadekirin, lê mixabin nûnertiya hemû pêkhate û mezhebên Sûryeyê nake, lê tenê li gorî berjewendiyên komeke taybet hate amadekirin, yan herî xerab ku rola jinan hate paşguhkirin.”

Delalê her wiha got: "Daxwaza me ya bingehîn ew bû ku jin di nivîsandina destûrê de xwedî nûnertiya rasteqîne û roleke girîng bin, lê me dît ku em bi tevahî li derve hatine hiştin.”

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Itab El Umer diyar kir ku Danezana Destûrî bêyî beşdariya rastî ya jinan hatiye derxistin û ev yek metirsiyeke mezin li ser siberoja mafên jinan li Sûriyeyê çêdike.

Itab her wiha got: "Jinên Sûriyeyê bi taybetî bi rêya Rêveberiya Xweser îsbat kirin ku ew dikarin bibin hevparên rêvebirinê, lê ev destûra nû bi tevahî rola wan paşguh dike."

Her du çalakvanan xwest destûra were guhertin û jinan beşdarî proseya biryardanê bibin. Her wiha hişyarî dan ku berdewamkirina vê nêzîkatiyê dê cihêkariyê biçesipîne û beşdariya jinan di siberoja Sûriyeyê de sînordar bike.

(k)

ANHA