Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Fadî Elî li Tişrînê şehîd bû

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamê wê Fadî Elî di berxwedana li Bendava Tişrînê de şehîd bûye.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Fadî Elî li Tişrînê şehîd bû
30 adar, 2025   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê şehadeta endamekî xwe de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bi serbilindî û rûmet em şehadeta yek ji lehengên hêzên me Fadî Elî yê ku li hember êrişên dijminane yên li ser herêma Bendava Tişrînê gihaşt asta şehadetê, radigihînin. Şehîd Fadî mînaka fedakarî û wefayê bû. Di parastina xaka xwe û rûmeta gelê xwe de canê xwe feda kir.”

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin: “Șehîd Fadî nîșana lehengiyê bû, berpirsyariya parastina nirxên azadiyê heta kêliya dawîn hilgirtibû. Em weke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bejna xwe li ber şehîd û gelê xwe bi rêzdarî ditewînin. Em heta serkeftinê li ser şopa şehîdên xwe dimeşin."

NASNAMEYA ŞEHÎD

Nav û Paşnav: Fadî Elî
Navê Dayikê: Şêrîn
Navê Bav: Kemal
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Efrîn, 2001
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Efrîn, 13.08.2018
Cih û Dîroka Şehadetê: Bendava Tişrînê, 29.03.2025.

(bb)