’Jin jiyan û îradeya civakê ne’

Jinên ji bajarê Çilaxa 8’ê Adarê pîroz kir û têkildarî têkoşîn û îradeya xwe peyamên kurt pêşkêş kirin.

’Jin jiyan û îradeya civakê ne’
4 adar, 2025   05:15
QAMIŞLO

Bi nêzîkbûna Roja Jinan a Cîhanê (8’ê Adarê) re, jinên ji bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê helwesta xwe ya domandina berxwedan û têkoşînê nîşan da û tevahî jinên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Sûriye û cîhanê silav kirin.

Jina ciwan Nesrîn Hisên Îsa bi gotina “Jin jiyan e, ji jiyanê hez bikin” helwesta xwe nîşan da.

Etiye Hacî Ebdo jî got: “Jin afirînera hêvî û jiyanê ye”.

Huda Derwîş jî diyar kir ku jin jiyan û îradeya civakê ne.

Evîn Îsa wiha helwesta xwe anî ziman: “Bi îrade û ruhê jina azad, em ê welatekî azad bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ava bikin."

Fatme Sebrî Rustem 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û got: “Azadiya civakê ji azadiya jinê ye."

Hefîfe Mihemed Ehmed bi silogana “Jin, Jiyan, Azadî” domandina têkoşînê teqez kir.

(mh/fr)

ANHA