Bêyî ku bibêjin ‘lê, lê belê, heke…’ - Rauf KARAKOÇAN

Bêyî ku bibêjin ‘lê, lê belê, heke…’ - Rauf KARAKOÇAN
4 adar, 2025   08:10

Ji Îmraliyê daxuyaniya çaverêkirî ya kurt, sade, berbiçav û têrtijî hat. Kesên li benda bangekê bûn, ji bilî hin îstîsnayan, diyar kir ku ev bangeke gelekî samîmî, û pêbawer bû. 

Rêgeh hatiye diyarkirin. PKK’ê jî di zûtirîn demê de bi samîmiyet û biryardarî bersiv da banga ji Îmraliyê û destnîşan kir dê hewcedariyên wê bi cih bîne. Merheleya yekemîn a rêya aştî û civaka demokratîk ji aliyê Kurdan ve hate temamkirin. Daxuyaniyên ku tevkariyê li banga ji Îmraliyê dikin jî hêviyan geştir dikin.

Niha dem ew dem e ku mirov bêhtir bifikire û nîqaş bike. ‘Xweşbîniya bi hişyarî’, ‘Xweşbîniya zêde ya xeyalî' jî girêdayî vê yekê ye bê ka dê alî pêbaweriye çawa çêkin. Heke bêbaweriyek di nava gelên Tirkiyeyê de heye jî, ev kêmasiya saziya siyasetê ye û divê were çareserkirin.

Tevgera PKK'ê di heman demê de tevgereke rêbertiyê ye. PKK’ê gelek caran daxuyandiye ku Îmrali îrade ye. Temsîlkarê îradeyê Serok Apo ne tenê bandorker e, di pêvajoyên biryardayînê de yekser biryardar e. Heke sozek hatibe dayîn, dilsoziya pê re esas e.

Ji ber xwezaya aştiyê, nêzîkbûna ber bi hev ve ya aliyên nakok, gotinên guhên mirov ne jê re aşîna yên pesinandin û destekkirinê jî ne zêde balkêş in. Her çi qas nermbûn an jî hişkbûna peyam an jî pratîkên hevbeş bi rêveçûna pêvajoyê ve girêdayî be jî, ne asteng e û divê li pêşiya rêgeha rêyê nebe asteng.

Nayê payîn ku aliyên ku şer kirine û berdêlên giran dane ji nişka ve werin nuqteya dan û standinê. Ev mijar divê bi avêtina gavên berbihevîn, bêyî gotinên  wekî 'lê, lê belê, heke' werin derbaskirin. Hîna em di qonaxa destpêkê ya pêvajoyê de ne.

Îmraliyê bi sernavê 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' banga pêwîst û têrker kir û gava yekemîn avêt. PKK’ê jî bersiv da wê û qebûl kir, îlan kir ku dê hewcedariya wê pêk bîne û ragihand pevçûn sekinandine ku pêngaveke pratik e. Biryara danîna çekan û fesihkirina PKK'ê, teqez dê ji bo ku Kurd bigihêjin armancên xwe, zemîneke siyasî ya rehettir dabîn bike.

Heke pêngav berbihevîn bin dê pêvajo bi pêş bikeve. Tiştekî xwezayî ye ku yên ji bangê û pêngava şênber a ku bi yekalî tê avêtin nerazî hebin û yên ku wate nadinê jî hene. Yên ku xwedî hêza watedayînê ne û yên wateyê didinê ê qebûl bikin ku bi hêsanî dikarin jê fêm bikin.

Divê neyê jibîrkirin ku hem aliyê Kurd hem jî aliyê ku dewletê temsîl dike dê xwedî armancên siyasî bin. Armancên demdirêj pêwîstî bi kewgirtina birînên şerê 40 salî heye. Aştî di heman demê de li ser zemîna hevpar lihevkirin e. Piştî ku bingeha qanûnî ya pêwîst ji bo bicihanîna van xalên hevpar û armancên siyasî hat avakirin, pêwendiya xwe bi berfirehî, kûrbûn û çawaniya xebatên bên kirin heye.

Pêvajoyeke kar a ku divê bi hêza ramanê bigihêjinê, ket dewrê. Her wiha divê bê zanîn ku ew pêvajoyek e ku kesên hêza xwe ya ramanî tune bin, dê pê newêrin. Serok Apo; rîsk, windahî û destketiyên pêvajoyê li ber çavan digire û bi vîneke mezin a ku gel temsîl dike, bi tena serê xwe berpirsyariya dîrokî daye ser milê xwe û ev wêrekî nîşan daye. Yekane tişta ku divê pêkhateyên Tevgera Azadiyê ya Kurd, gelê Kurd û dostên Kurdan bikin, hevrêtiya bi rêbertiyê ye. Xwerexnekirina 'dostaniya sexte û hevrêtiya kêmas' a di pratîkê de di vê pêvajoyê de ji holê rakirin e.

Dem ew dem e ku em spartekên xwe baş çêkin. Gavên ku divê werin avêtin divê ne ji bo dilê dewletê xweş bikin, lê ji ber ku pêdiviya me pê heye bên avêtin. Dewlet civaka demokratîk ava nake û demokrasiyê ji gelên Rojhilata Navîn re dabîn nake. Yên ku vê yekê bikin şoreşger û demokrat in. PKK xwe fesih bike jî, avaniya wê ya heyî hêza herî bitecrube û birêxistinkirî ya avakirina civaka demokratîk e.

Dê hin alî hebin ku bixwazin di vê pêvajoyê de avantaja siyasî bi dest bixin û êriş bikin. Êşên kesên ku dê windahiyên siyasî bidin, ji niha ve dest pê kiriye. Divê bê zanîn ku xitimandina pêvajoyê xiyaneta li hemberî gelan e û divê helwesteke zelal nîşan bidin.

Kurd tu carî nebûne bagaja siyasî ya kesî. Divê bê qebûlkirin ku aştî li gorî berjewendiyên gelên Tirkiyeyê ye. Ji ber ku tu vebijêrkeke din nîn e ku bi kê re aştî pêk were dê xebat jî bi wan re be, êrişên bêwate yên li hemberî Kurdan dê ji aliyê siyasî ve bi kêrî kesî neyên.

Her kesî fêm kir ku bêyî Kurdan siyaset nabe, ne tenê li Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn jî nabe. Aştî pêdiviya lezgîn a hemû aliyan e. Ji bo gelên me pêwîstiyeke rêzdariyê ye ku hemû beşên civakê bi berpirsyarî û cidî nêz bibin.