Ji tevahî cîhanê bang: Rojava divê were parastin

Ji Ewropayê heta Afrîkayê, ji Amerîkaya Başûr heta Asyayê, ciwan, jin û înîsiyatîfên gel li seranserê cîhanê bi pankart, civîn, boyaxa sprey û bangên piştgiriyê daxwaz dikin ku şoreşa Rojava bê parastin.

Ji tevahî cîhanê bang: Rojava divê were parastin
26 ÇILE, 2026   09:04
NAVENDA NÛÇEYAN 

Êrîşên li ser Rojava yên ku didomin li çar aliyên cîhanê deng vedidin. Li gelek bajarên Ewropayê yên wekî Fransa, Almanya, Katalonya, Îtalya, Slovenya, Galler û Swîsreyê ciwan û gel çalakiyên piştgiriyê li dar xistin; ji Kenyayê, Kolombiyayê, Ekwadorê û Papuayê Rojava jî peyamên piştgiriyê yên bihêz hatin bilindkirin. Di çalakiyên ku tê de azadiya jinê, wekheviya gelan û civaka ekolojîk derketin pêş, bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û peyama ku “şoreşa Rojava ne tenê ye” hate dayîn.

FRANSA

Ji Marsîlyayê enternasyonalîstên ciwan piştgiriya xwe ji gelê Rojava re nîşan dan. Li ser afîşê wiha nivîsî ye: Ji bo azadiya jin û gel û civakek ekolojîk.

KATALONYA

Ji bajarê Lleida ciwanan li meydanê civîneke gel çêkirin û li ser rewşa heyî ya Rojava agahî dan gelê xwe.

ALMANYA

Li herêma Mittelsachsen ciwanan peyama “Em gelê Rojava silav dikin! Em ê ji bo we rabin ser piyan!” dan.

Li bajarê Magdeburg ciwanan ji bo bal kişandina êrîşên li ser Rojava çalakiyên boyaxa sprey kirin.

Li Berlînê jinên ciwan ên rêxistina Rozalia li dijî komkujiyên jinê çalakî kirin. Di van çalakiyan de jinên ciwan girîngiya şoreşa jinê ya li Rojava ronî kirin û ji bo piştgiriya şervanên YPJ keziyên porê xwe çêkirin. Jinên ciwan gotin ku ji Berlînê heta Kobanê li dijî komkujiyên jinê têdikoşin.

Ji Bremen, Mûnih û Fürth alîgirên futbolê bi pankartên mezin piştgiriya xwe ji şoreşa Rojava re anîn ziman.

SLOVENYA

Li bajarê Ljubljana ciwanan civîneke li ser Rojava li dar xistin û ji bo rojên pêş protestoyên din plankirin.

ÎTALYA

Ji Gallico, Pisa û Catanzaro ciwan li hev civiyan û silavên piştgiriyê ji gelê Rojava re şandin.

Gelê Perugia li qada giştî civiya ku li ser êrîşên li ser Rojava û rewşa heyî agahdar bibin û piştgiriyê zêdetir bikin.

GALLER

Li bajarê Cardiff di protestoyan de gel bang li parastina şoreşê kir. Gel got: “Îro, di dema hen galan (sala nû ya kevn a Galler) de di civîna kevneşopiya Galler a Fari Lwyd de, em bi gelê Rojava re di nava piştgiriyê de ne. Em bi hev re bi dîroka xwe ya demokratîk ve girêdayî ne û ber bi pêşerojê ve li ufka modernîteya demokratîk a ku Rojava di navenda wê de ye dinêrin.”

Di çalakiyeke din de çalakvanên Galler pankarteke vekir ku êrîşa qirkirinê li Sûriyê ronî bike û bang li çalakiyê bike.

ÎSVÎÇRE

Li bajarê Zürih ciwanan ji bo bal kişandina êrîşên li ser rêveberiya xweser bi boyaxa sprey çalakî kirin.

AFRÎKA

Li Kenyayê gelek kes li hev civiyan û bi sloganên “Jin Jiyan Azadî” piştgiriya xwe ji Rojava re nîşan dan.

KOLOMBÎYA

Li Kolombiyayê ciwan pankart amade dikin ku piştgiriya xwe ji gelê Rojava re nîşan bidin û balê bikşînin ser êrîşên berdewam ên li ser Kobanê.

EKVADOR

Li Ekvadorê ciwan poster li kolanan daliqandin ku gelê bajêr ji têkoşîna şoreşa Rojava agahdar bikin. Li ser afîşê wiha nivîsî ye: “Parastina Rojava parastina jiyanê ye.”

BATI PAPUA

Ji qada Asyayê tevgera azadiyê ya Rojavayê Papua silavên piştgiriyê ji gelê Rojava re şandin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Rojava tenê têkoşîna gelê Kurd nîne. Nirxên wê ji bo me hemûyan e. Em ku bawer dikin ku mêtîngerî divê li wir bê tunekirin û azadiya rastîn ji binî, ji aliyê gel ve, ji bo gel û bi taybetî ji bo jinê destpê bike. Bijî Rojava! Jin, Jiyan, Azadî!”

HAMELEN

Li bajarê Hamelen ê Hanoverê bi pêşengiya ciwanan civîna ji bo yekîtiya Kurd hate lidarxistin û biryara avakirina saziyê hat girtin.

KANADAN

Kurdistaniyên li Kanadayê û dostên wan, tevî şert û mercên giran ên zivistanê yên ku rojên dawî bandor kirine jî, protestoyên xwe yên li dijî êrîşên li ser Rojava didomînin. Li seranserê welêt, li bajarên wekî Toronto, Montreal, Vancouver, Edmonton, Calgary, Ottawa, Windsor û Kingston bi hezaran kes derketin qadan û peyama piştgiriyê dan.

NORWÊÇE

Li paytexta Norwêc Osloyê xwepêşandanên piştgiriya Rojava ji 19’ê Çileyê roja Duşemê ve berdewam dikin. Bi hezaran Kurd û dostên wan li bajarên wekî Oslo, Trondheim, Stavanger, Bergen, Kristiansand, û Hamar daketin kolanan û destnîşan kirin ku gelê Kurd li Rojava, Bakurê Sûriyeyê, di bin êrîşên komên cîhadîst ên rejîma Sûriyeyê ku ji hêla Tirkiyeyê ve têne piştgirîkirin.