8 gundên kantona Minbicê hatin topbarankirin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din bakur rojavayê kantona Minbicê topbaran kirin. Di wextekê de 8 gund kirin hedef.
![8 gundên kantona Minbicê hatin topbarankirin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202401/image_870x_65a8b8621c5c8.jpg)
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh di derengiya şevê de, gundên Qirtwêran, Kawklî, Boxaz, Til Torîn, Siyade, Yanlî, Cat û Tûxar biçûk bi çekên giran topbaran kirin.
Li gor Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, zirarên madî li gund û baxçeyên gundên navborî hatin.
Heta niha, dem demê heman gund tên topbarankirin.
Ji sêşema borî ve gundên bakur rojavayê kantona Minbicê bi dijwarî ji aliyê dewleta Tirk ve tên topbarankirin. Hemwextî wê li dijî gundewarê Kobanê û kantona Cizîrê êrişên hewayî û bejahî pêk tên.
(şx)
ANHA