Ji Rêveberiya Xweser a Şengalê peyama cejna Remezanê 

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi peyamekê cejna Remezanê li gelên Misilman pîroz kir û xwest, cejn bibe wesîleya aştî, aramî û jiyana bi hev re ya gelan.

Ji Rêveberiya Xweser a Şengalê peyama cejna Remezanê 
31 adar, 2025   14:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi boneya cejna Remezanê peyamek weşand.

Peyama Rêveberiya Xweser a Şengalê wiha ye;

"Em Cejna Remezanê bi dil germî û rêzdarî li hemû gelên Misilman ên xêrxwazê gelê Êzidî û bi taybet jî li malbatên şehîdan pîroz dikin.

Em daxwaz ji xwedayê mezin dikin ev cejin bibe wesîleya aştî, aramiyê ku gelên herêmê bikarin bi hezkirin bi hev re jiyan bikin.

Bi vê boneyê em tekez dikin ku her timî rêya me ya sereke bi rêya aştiyê pêkanîna îstîqrare. Hêvî dikin ev cejin bibe, cejna ewlehî û aramiyê."