Ji QSDˈê daxuyaniya têkildarî êrişan

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê aşkera kir ku dewleta Tirk a dagirker 42 navendên xizmetguzariyê bombebaran kirin. QSDˈê ragihand ku di encamê de 12 sivîl şehîd bûne û 25 jî birîndar bûne.

Ji QSDˈê daxuyaniya têkildarî êrişan
24 cotmeh, 2024   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Dewleta Tirk a dagirker di çend saetên dawîn de binesaziya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jîngeh û navendên hêzên ewlehiyê kirin hedef.

Di encama êrişên domdar de 2 jê zarok, bi giştî 12 sivîl şehîd bûn û 25 jî birîndar bûn.

Qadên sivîlan, firin, stasyonên ceyranê, petrolê û bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi balafirên şer, ên bêmirov ên biçek û bi obîsan hatin hedefkirin. Bi giştî 42 cih ku piraniya wan saziyên xizmetguzariyê û yên sereke ne, hatin hedefkirin.

Ev êrişên hovane yê domdar, dijminatiya Tirkiyeyê ya ji gelê me re nîşan didin. Her wiha careke din xetereya zîhniyeta sûcdar a dewleta Tirk a li ser gelên herêmê û aştiyê aşkera dikin. Tirkiye bi van êrişan hewl dide aloziyên xwe yên hundirîn li ser hesabê gelê me derxe derve, tevliheviyê belav bike û aloziyên dîtir li herêmê çêke.

Em ê careke din li hember van êrişan bisekinin, gel û herêmên xwe ji wan biparêzin."

(şx/bb)

ANHA