Ji Qamişloyê: Destûreke bi peyvên me nehatibe nivîsîn, nûnertiya me nake 

Bi pêşengiya Meclisa Malbatên Şehîdan bi hezaran xwendekar, mamoste û gelê Qamişloyê banga fermîkirina zimanê kurdî kir. Di mîtîngê de hat diyarkirin ku “Kurd daxwaza xêrê nakin, ew daxwaza mafê zimanê xwe dikin û destûreke ku bi peyvên me nehatibe nivîsîn, nûnertiya me nake”.  

14 gulan, 2026   13:42
QAMIŞLO

Bi pêşengiya Meclisa Malbatên Şehîdan xwendekar, mamoste û gelê bajarê Qamişloyê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî (15 Gulanê) ji bo mafê zimanê kurdî û fermîbûna zimanê kurdî meşeke girseyî li dar xist. Meşê ji Çerxerêya Osman Sebrî dest pê kir. Bi hezaran kes bi cil û bergên kurdî beşdar bûn. 

Meş li Stada Şehîdên 12’ê Adarê veguherî mîtîngê. Li stadê alên Rojavayê Kurdistanê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û pankartên daxwaza fermîkirina zimanê kurdî hatin daliqandin.

Di mîtîngê de dayika şehîd Hevrîn Xelef û endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sûad Mistefa axivî û got: “Şehîdan nehişt zimanê kurdî winda bibe. Heta zimanê kurdî bibe zimanekî fermî em ê li ber xwe bidin. Pêşketina mirovahiyê li ser zimanê dayikê çêbûye. Em Kurd hatine dinê û em ê parastina zimanê xwe bikin. Parastina zimanê kurdî parastina nasnameyê, civakê û bedenê ye. Em ê li kolanan, li meşan û çalakiyan bin heta zimanê kurdî fermî bibe.”

Mamosteyê Zanîngeha Rojava Beşîr Mele Newaf jî bi helbestekê banga yekitiya Kurdan kir û wiha axivî: “Celaldet Bedirxan got ne gengaz e gelek xwedî li azadiya xwe derkeve, bêyî ku bizane ka ew kî ye û ji bo çi dijî. Di vê çarçoveyê de kovara Hawar bi tîpên latînî bi zimanê kurdî bang li gelê Kurd kir ku xwedî li çand û nasnameya xwe derkevin. Ez îro li şûna Celadet bang dikim; eger hûn xwedî li zimanê xwe dernekevin hûn ê ber bi tunebûnê ve herin.”

Şêx Murşîd Maşûq El Xeznewî jî ku ji bo beşdarî çalakiyên zimanê kurdî bibe berê xwe dabû Rojava, li Urdunê hat girtin. Şêx Maşûq dê beşdarî mîtîngê bibûya. Her çendî beşdar nebû jî, dengê xwe ji gel re şand û dengê wî di mîtîngê de hat guhdarîkirin.

Şêx Maşûq silav li gelê Rojava kir û got: “Ez îro bi bedenî ne li gel we me, lê ruhê min li gel we ye û bi we re dibêje û bi we re ala ziman û rastiyê diparêze. Kurdî zimanê me ye, ev welatê me ye. Zimanê me nasnameya me ye, duayê dayikan û rondikên şehîdan e. Sebra gerîla li serê çiyan e. Qêrîna Mazlûm Dogan e. Kurd zimanê xwe bi xwîna şehîdên xwe diparêzin. Zimanê ku dayikan hilgirt qet nayê jibîrkirin. Ji bo Şamê û ji bo her kesê guhê xwe ji bo mafê gelê Kurd girtiye, dengê vî gelî bibihîzin. Zimanê me ne rehîneyeke ji bo bazaran e. Zimanê me bi xwîna şehîdan xwe ferz kiriye. Her kesê ku zimanê me red dike hebûna me red dike, her kesekê hebûna me red dike di pêşeroja me de cihê wî nîn e. Sûriyeyeke dadperwer nîn e bê Kurdan. Em daxwaz nakin, em daxwaza mafekî dîrokî, mirovî û şehîdan berdêla wê dane dikin. Serdema înkarê bi dawî bû. Em êdî parçe mafan napejîrinin. Destûreke ku bi peyvên me nehatine nivîsîn, nûnertiya me nake. Ez bang li partiyên siyasî, hêz û eşîrên Kurdan dikim ku em li ser bingehek hevpar li hev bikin. Werin em bi hev ji bo pêşerojeke yekgirtî kar bikin.”

Piştî axaftinan mitîng bi dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.

(bî)

ANHA