Ji parêzeran banga bidawîkirina êrişan

Parêzeran diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên mirovî dike û hirmeta olan binpê dike.

Ji parêzeran banga bidawîkirina êrişan
6 ÇILE, 2024   03:06
REQA
EHMED EL ESAS

Endamê Yekitiya Parêzeran a Kantona Reqayê û endamê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Xalid El Hesen êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û got: "Dewleta Tirk a dagirker li gel hedefkirina binesazî, jêderên enerjî û dibistanan, birayên me yên Xiristiyan di roja cejna Neolê de dike hedef. Ev êriş binpêkirina hurmeta olan e."

Xalid El Hesen bang li tevahî rêxistinên hiqûqî û navneteweyî kir ku êrişên dewleta Tirk ên dighêjin asta sûcên şer bibînin. El Hesen da zanîn ku li gorî madeya 8’an a Mîsaqa Romayê êrişên li ser binesazî, zarok, jin û nexweşxane sûc in.

Hiqûqnas Xalid El Hesen bang li rêxistinên hiqûqî kir ku erkên xwe yên exlaqî û mirovî pêk bînin. Her wiha li gelên Sûriyeyê kir ku ji bo piştgiriyê bi xelkê Bakur û Rojhlatê Sûriyeyê re dakevin qadan, zextê li raya giştî ya navneteweyî bikin ta Erdogan were darizandin.

’LI GORÎ TEVAHÎ QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ SÛCÊN ŞER IN’

Endamê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Salih Selame got: "Di rojên wiha de ku divê em bi aştî bijîn, dewleta Tirk tevahî rêbazên aştiyê binpê kirin, binesaz û jêderên enerjiyê bombebaran kirin û hinek kes şehîd xistin. Li gorî qanûn û pergalên navneteweyî ev êriş sûcên şer in."

Selame bang li NY, Dadgeha navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku dawî li hovîtî û pozbilindiya dewleta Tirk bînin û got: "Wekî parêzer û hiqûqnas em van kirinên hovane ên digihêjin asta sûcên şer bi tundî şermezar dikin."

Parêzer Ebdullah El Eryan jî da zanîn ku hedefkirina binesaziyên wekî ceyran, nan û ava vexwarinê ziyanê dide gel. El Ereyan ev bang li tevahî parêzer û hiqûqnasên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê bi giştî kir: "Em doza xwe û doza gelê Sûriyeyê bi gelemperî bi cîhanê bidin fêmkirin. Doza Sûriyeyê asê maye û tu pêşketin di derbarê wê de tune ne. Divê parêzer doza Sûriyeyê ya zehmet bi cîhanê bidin fêmkirin."

(bb)

ANHA