Ji nobedaran peyamên berxwedan û parastina bendavê

Nobedarên li Bendava Tişrînê peyamên berxwedan û parastina bendavê ji êrişên dagirkeriyê dan.

Ji nobedaran peyamên berxwedan û parastina bendavê
10 ÇILE, 2025   13:02
BENDAVA TIŞRÎNÊ
DICLE EHMED

Çalakiya nobetê ya bi hezaran şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Bendava Tişrînê ku 8ˈê mehê dest pê kiriye, dewam dike. 

Nobedaran diyar kir ku dê nobetê dewam bikin heya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bendavê werin rawestandin.

Şêniyan her wiha diyar kir ku moralên wan bilind in û armanca wan a sereke parastina bendavê ye.

Nobedaran anî ziman ku ew aştîxwaz in û divê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser binesaziya herêmê û qadên sivîlan werin rawestandin.

Nobedaran careke din piştgiriya xwe bi QSD û YPJˈê re nîşan da ku bendavê ji dagirkirinê diparêzin.

(bb)

ANHA