Ji nexweşxaneyan banga xwîndayînê

Nexweşxaneyên li Qamişloyê ji bo birîndarên êrişên dewleta Tirk a dagirker, banga dayîna xwînê kir.

Ji nexweşxaneyan banga xwîndayînê
25 kanûn, 2023   14:24
QAMIŞLO

Nexweşxaneya Şehîd Xebat, Nexweşxaneya Dil û Çavan û nexweşxaneyên din ên li bajarê Qamişloyê ragihand ku ji bo birîndarên êrişên dewleta Tirk a dagirker pêwîstiya wan bi tevahî cureyên xwînê heye û banga xwîndayînê kir.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin.

(bb)

ANHA