Ji merasîma şehîd Brûsk: Li hember êrişan pêwîstî bi yekrêziyê heye

Xelkê bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa li hember êrişên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqezî bi hevgirtin û xurtkirina yekrêziyê da.

Ji merasîma şehîd Brûsk: Li hember êrişan pêwîstî bi yekrêziyê heye
Ji merasîma şehîd Brûsk: Li hember êrişan pêwîstî bi yekrêziyê heye
Ji merasîma şehîd Brûsk: Li hember êrişan pêwîstî bi yekrêziyê heye
Ji merasîma şehîd Brûsk: Li hember êrişan pêwîstî bi yekrêziyê heye
Ji merasîma şehîd Brûsk: Li hember êrişan pêwîstî bi yekrêziyê heye
Ji merasîma şehîd Brûsk: Li hember êrişan pêwîstî bi yekrêziyê heye
31 kanûn, 2024   16:25
QAMIŞLO

Bi sedan xelkê bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa li Navenda Şehîd Hogir a Ciwanên Şoreşger sersasî da malbata şervanên Hêzên Komandos şehîd Brûsk Dêrik (Salih Îbrahîm) ê ku di 28ˋê Kanûnê de li Bendava Tişrînê şehîd bûbû.

Li wir rêvebera Kongra Star a Dêrikê Wefa Elî bal kişand ser rola hêzên QSDˋê li eniyên şer û got: "Hêzên me ji bo pêkanîna azadî û îstîqrarê ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bûne pira ewlehiyê."

Wefa wiha domand: "Divê em li hember êrişên li dijî me hevgirtî bin û yekrêziya nîştimanî xurt bikin."

Her wiha rêveberê Meclisa Bajarê Dêrikê Ehmed Seîd jî wiha got: "Dijmin nikare gavekê jî bi pêş de were. Hêzên me, ji bo parastina civakê ji qirkirinê, destanên dîrokî li eniyên şer dinivîsînin. Ji lew re divê em hêzên xwe hembêz bikin, gund, bajar û herêmên xwe ji dagirkeriya Tirk û çeteyan biparêzin."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(fr)

ANHA