Dewleta Tirk bi nêzîkbûna civîna Astanayê re şandina sewqiyatê didomîne

Dewleta Tirk a dagirker şandina sewqiyatên leşkerî yên mezin ber bi herêmên dagirkerî ve didomîne.

Dewleta Tirk bi nêzîkbûna civîna Astanayê re şandina sewqiyatê didomîne
28 îlon, 2024   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecih, konvoyeke leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker di deriyê sînor ê Eyn Beyda re ber bi nuqteyên leşkerî yên li ser rêya M4 yên li rojavayê Idlibê û Sehil El Xab re bi rê ket.

Çavkaniyan diyar kir ku konvoya artêşa Tirk ji 20 erebeyan pêk tê ku bi alavên leşkerî, lojîstîk û madeyên tibî û leşkeran pêk tê.

Li gorî SOHR’ê jî dewleta Tirk hêzeke mezin a nû li baregehên xwe yên gundewarên Idlibê bi cih kiriye û der heqê vê hêzê de jî ev agahî hatin parvekirin: "Sewqiyata leşkerî ji deriyê sînor ê Bab El Hewa derbasî Idlibê bû. Sewqiyat ji zêdetirî 75 erebeyên leşkerî û panzêran û kamyonên bi pêwîstiyên lojîstîk û leşkerî barkirî pêk dihat.”

SOHR’ê ragihand ku di nava kêmî 24 saetan 2 sewqiyatên leşkerî yên dagirkeran di deriyê Bab El Hewa yê di navbera Idlib û Bakurê Kurdistanê re derbasî Sûriyeyê bûye û diyar kir: "Hêzên Tirk konvoyeke leşkerî ya 15 barhilgirên çekan û leşkeran, her wiha erebeyên endamên MÎT’a Tirk pêk tê, di deriyê Bab El Hewa re ber bi nuqteyên artêşa Tirk ên li bajarê Etaribê û derdora wê yên gundewarên rojavayê Helebê ve bi rê ket.”

SOHR’ê diyar kir ku armanca ji van sewqiyatan bihêzkirina nuqteyên artêşa Tirk e.

Li gel van tevgerên artêşa Tirk a dagirker êrişên hêzên hikumeta Şamê yên li ser “herêma bêçek" anku Idlibê û hewldanên pêkanîna diyalogan di navbera Şem û Enqereyê de berdewam dikin.

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov çend roj berê ragihandibû ku biryar e di demeke nêzîk de Rûsya, Tirkiye, Şam û Îran civîneke din li Astanayê li dar bixin û li ser nêzîkbûna Enqere û Şamê gotûbêj bikin.

Dewleta Tirk dixwaze Rûsya, Îran û Şamê îqna bike ku di pêkanîna normalîzekirinê de hewldanan bikin bêyî ku dewleta Tirk neçarî vekişandina ji xaka Sûriyeyê bikin.

(bb)