Ji MAK'ê çalakiyên silavkirina Rojava

Milîsên MAK'ê li Geverê bi 3 çalakiyên xwe ên cuda berxwedana Rojava silav kirin û êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin.

Ji MAK'ê çalakiyên silavkirina Rojava
16 kanûn, 2024   11:33
NAVENDA NÛÇEYAN 

Di daxuyaniya Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) de hate gotin: "Milîsên me 15'ê Kanûnê saet di 20:00 de li taxa Eskî Kişla ya Geverê daketin qadan. 

Bi fîşekên hewayî berxwedana Rojava silav kirin û agir dadan.

Milîsên me 15'ê Kanûnê saet di 21:20'î de li taxa Orman a Geverê li hemberî kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi molotofkokteylan çalakî kirin û kamera îmha kirin.

Milîsên me 15'ê Kanûnê saet di 22:00 de li taxa Eskî Kişla ya Geverê li hemberî Qereqola Polîsan a 75. Yil çalakî kirin. Bi teqemeniyan çalakî hate kirin û teqîneke mezin li qereqola polîsan rû da."