KONGRA-GEL ji ber wefata Rehan Bayik peyama sersaxiyê weşand

KONGRA-GEL ji bo wefata Rehan Bayik sersaxî xwest û got: "Em hêvî dikin ku teziya dayika Rehan, di vê pêvajoya dîrokî de bibe wesîleya hevgirtina gelê me. Bibe wesîleya xwedîderketina li pêvajoya aştî û civaka demokratîk."

KONGRA-GEL ji ber wefata Rehan Bayik peyama sersaxiyê weşand
20 hezîran, 2025   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN 

Peyama Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi vî rengî ye:

"Em bi xemgînî agahdar bûn ku dayika Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Birêz Cemîl Bayik, dayika me ya hêja Rehan Bayik çûye li ser dilovaniya xwe. Em di serî de ji hevalê Cemîl Bayik û hemû malbatê re sersaxiyê dixwazin. Êşa malbatê parve dikin. Ji bo dayika Rehan, rehmeta Xwedê dixwazin.

Em hêvî dikin ku teziya dayika Rehan, di vê pêvajoya dîrokî de bibe wesîleya hevgirtina gelê me. Bibe wesîleya xwedîderketina li pêvajoya aştî û civaka demokratîk.

Li ser vî esasî em car din ji malbata Bayik re sersaxî dixwazin, silav û rêzên xwe pêşkêş dikin."