Ji HRE’yê çalakiya tolhildanê: 2 dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ji bo tolhildana şehîdên Efrînê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de 2 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

Ji HRE’yê çalakiya tolhildanê: 2 dagirker hatin kuştin
2 adar, 2024   09:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku ji bo şehîdên Efrînê çalakiyeke tolhildanê li dar xistiye.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên me bê navber dewam dikin, li hemberî van êrişan çalakiya Tolhildana Şehîdên Efrînê hatiye lidarxistin.

Di 29'ê Sibatê de li gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê hêzên me çalakiyeke tolhildanê li dijî baregeha dagirkeriya Tirk li da rxist. Di encama vê çalakiyê de 2 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin."

(bb)