Ji Hêzên Ewlekariya Şêxmeqsud daxuyaniya sererastkirinê

Hêzên Ewlekariya Şêxmeqsud diyar kir ku wan di daxuyaniya xwe ya îro de diyar kiribû ku Endamê Fermandariya wan Azad Heleb şehîd bûye, lê ji ber şertên giran ên şer xeletiyek çêbûye û hevalê wan şehîd nebûye.

Ji Hêzên Ewlekariya Şêxmeqsud daxuyaniya sererastkirinê
11 ÇILE, 2026   16:21
NAVENDA NÛÇEYAN 

Hêzên Ewlekariya Şêxmeqsud liser mijarê daxuyaniyek belav kir û ev agahî parve kirin: 

“Beriya niha me ragihandibû ku Endamê Fermandariya me Azad Heleb şehîd ketiye. Ji ber şertên giran ên şer û pevçûnan pêwendiya me bi hin hevalên me re qût bibû û tevî hemû hewildanan me nekarîbû agahî bigirin.

 Lê belê hate zelalkirin ku rêhevalê me Azad Heleb şehît neketiye. Pêwendî pê re hat çêkirin û niha bi awayekî birîndar xwe gihandiye cihekî bi ewle.”

(a)

ANHA